MSD: Yekitiya Ereban û NY berpirsên êrişên Tirkiyê ne

MSDʹê bi daxuyaniyekê got, Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ereban berpirsên êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

MSD: Yekitiya Ereban û NY berpirsên êrişên Tirkiyê ne
20 mijdar, 2022   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bang li gelên herêmê kir ku li derdora QSD û Rêveberiya Xweser kom bibin.

Daxuyanî wiha ye: "Duh di derengiya şevê de artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer êrişî herêmên Rêveberiya Xweser kir. Di encamê de bi dehan kes bûn qurbanî û birîndar bûn ku piraniya wa sivîl in. Her wiha binsaziya herêmê wekî stasyona kehrebeyê ya li herêma Dêrikê û nexweşxaneya Covid-19 ya li Kobanê û deverên din kirin hedef.

Em sûcên şer û sûcên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkhateyên wê şermezar dikin. Hincetên ku dewleta Tirk ji bo pêkanîna van êrişan diafirîne bê bingeh in û ji rastiyê dûr in. Lê nîşaneyên ber bi çav ên sûcên dewleta Tirk e ku divê rêveberên wê wekî sûcdarên şer sewqî Dadageha Cezayan a Navneteweyî were kirin. Ji destpêka aloziya Sûriyê, dagirkirina Cerablus, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ve, ev sûc bi armanca pêkanîna yek armancî an ku projeya bi navê Osmaniya nû têne kirin.

Wekî em û tevahî kes dizanin ku Tirkiyê di vê kêliyê de tengijî ye. Rewşa wê ya hundirîn û aborî û civakî bi awayekî mezin alozî bûye. Di heman demê de têkiliyên wê yên bi welatên derdorê, herêmê û cîhanê re aloz bûye, ji ber vê yekê hewl dide bi hemû rêbazan û bi rêya operasyonên leşkerî , di serî de êrişên li ser Kurdistana Iraqê têçûna xwe veşêre. Dewleta Tirk a çiraya kesk a ji bo pêkanîna êrişeke dagirkeriyê ya bejahî li ser tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wernegirt, vê dawiyê şanoyek afirand û li Senbolê teqîneke terorî pêk anîn. Wekî MSD, Rêveberiya Xweser û hemû aliyên Kurdistanî me ev teqîn protesto kir. Enqere bi teqîna Stenbolê xwest hinceteke mentiqî biafirîne, lê di vê yekê de jî bi bin ket û nikarî tu aliyan, bi taybet hêzên garantorên agirbestê ya ji Cotmeha 2019ʹan ve an ku Rûsya û Amerîkayê bide iqnakirin.

Tirkiyê bi êrişên xwe yên faşîst ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji her kesî re diyar dike ku armanca wê ew e ku DAIŞ neqede û derfeteke mezin bide wê da ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike. Di heman demê de hewl dide aloziyên xwe derxîne derve û xwe ji rewşa dijwar xilas bike. Her wiha bi van êrişan piştrast dike ku li şûna diyalogan û çareserkirina hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn, li pey pojreyên xwe û alavên xwe yên wêranker e.

Di demekê de ku em Rûsya, Amerîka, Konseya Ewlekariyê, Netweyên Yekbûyî û Komara Erebî wekî berpirsên encamên wêranker ên operasyonên leşkerî yên hewayî yên domdar ên dewleta Tirk ên li ser herêmên Rêveberiya Xweser dibînin, em ji bo şehîdên xwe sersaxiyê dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin.

Em bang li gelê Sûriyê, desthilata Şamê û tevahî hêzên nîştimanî yên Sûriyê dikin  ku divê qonaxa  çarenûsî de dev ji vê beşê girîng ê Sûriyê bernedin. Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê derfetê nedin hêzên despotî û Osmaniya nû ya faşîst, lê divê hîn zêdetir li derdora QSDʹê kom bibin, destkeftiyên ku bi saya bi deh hezaran şehîd û birîndaran hatine bidestxistin, biparêzin."