Birîndarên êrişên dagirkeriya Tirk: Em ê berxwedanê bidomînin

Koçberên Efrînê yên di êrişên dagirkeriya Tirk de birîndar bûne, tekez kirin ku ew ê li hember hemû planên dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Birîndarên êrişên dagirkeriya Tirk: Em ê berxwedanê bidomînin
20 mijdar, 2022   14:12
 ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker şevê din herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin. Dagirkeriya Tirk bajarokê Dêr Cimêl ê kantona Şehbayê, gundên Şewarxa û Merenaz ên navçeya Şera ya Efrînê ku koçberên Efrînê lê dimînin jî hedef girtin.

Di êrişan de hin welatî birîndar bûn û zirarên madî çêbûn. Resûl Cûma Hesen (50) û Ebdullah Mistefa Xelîl (35) ku koçberên Efrînê ne û li bajarokê Dêr Cimêl bi cih dibin, diê rişan de birîndar bûn. Dagirkeriya Tirk her wiha gelek noqteyên hêzên hikumeta Şamê bombebaran kirin û di encamê de 10 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan û 5 leşker birîndar bûn.

/ar/uploads/files/2022/11/20/135246_rswl-hsn.webp

Resûl Hesen ku di êrişan de birîndar bibû, ji şêniyên gundê Soxanekê ye. Hesen got: "Dema min dengê topbaranê bihîst, min pezê xwe diçêrand. Parçeyek li lingê min ket û ez birîndar bûm. Ez rakirim nexweşxaneya Til Rifetê ku nêzî me ye."

Hesen diyar kir ku ev ne cara yekê ye ku dagirkeriya Tirk wan hedef digire û wiha dewam kir: "Hovîtiya wî her roj dewam dike. Li pêş çavên hêzên navneteweyî gelek komkujî li herêmê pêk anîn. Ew hêz li hember sûcên bi armanca qirkirina me pêk tên, dengê xwe nakin."

Hesen tekez kir ku ew ê li hember planên dagirkeriyê berxwedanê bidomînin.

/ar/uploads/files/2022/11/20/135301_salh-hbsh_1.webp

Welatiyê bi navê Salih Hebeş jî wiha got: "Dagirkeriya Tirk bi van rêbazên terorê hewl dide Kurdan tune bike. Em ê berxwedana li ser fikrê rêber Ocalan û rêya şehîdan bidomînin."

ANHA