Navên 3 leşkerên hikumeta Şamê yên birîndar, eşkere bûn

Navên 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê yên ku di bombebarana li ser Zirganê de birîndar bûne, eşkere bûn.

Navên 3 leşkerên hikumeta Şamê yên birîndar, eşkere bûn
20 mijdar, 2022   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên dewleta Tirk a dagirker duh derengiya şevê nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Til Hermel ê dikeva bakurê navçeya Zirganê kir hedef.

Di encama bombebaranê de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn.

Navên leşkerên Şamê yên jiyana xwe ji dest dane wiha ne; Ekrem Silêman, Mihemed Rîfayî, Reed Zeiran. Her wiha navên leşkerên birîndar bûne wiha ne, Mistefa El Bedir, Mihemed Hisên Mihemed û Sadiq Şehade.

Leşkerên birîndar li Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temirê tên dermankirin. Li gorî kardoroyên tenduristiyê, rewşa birîndaran baş e.

ANHA