PYD: Em bang li hêzên parêzvanên demokrasiyê dikin ku li rex gelê me bin

Meclisa Giştî ya PYD`ê bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku nirx û mafên xwe biparêzin. Her wiha bang li gelên cîhanê kir ku li hember hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li rex gelên herêmê bisekinin.

PYD: Em bang li hêzên parêzvanên demokrasiyê dikin ku li rex gelê me bin
20 mijdar, 2022   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê dauxyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk a faşîst her tim mayîn xwe bi bindestkirin û mêtingerkirina gelên herêmê ve girêda ye. Bi taybet gelê Kurd da ku wî tune bike û ji hemû aliyan ve qir bike. Ji damezirandina komara xwe ve, tunekirina gelê Kurd û koçberkirina wî, kiriye bingeha stratejiya xwe. Ji bo wê tevahî planên osmaniyan dîsa bi serê gelê Kurd dike. Ji bo wê jî hemû amûr û ajandeyên xwe yên terorîst bi kar anîn. Dema bi ser neket bi xwe destwerdan kir û herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin û ew kirin navenda terorsîtan da ku li dijî kesên li dijî rêgezên wê der dikevin bi kar bîne.

Dema siyasetên wê yên qirker û hovane li Bakur û Başûrê Kurdistanê bi bin ketin ruxmî ku çekên qedexekirî û kîmyewî bi kar anîn, berê xwe da Rojava da ku serkeftinekê bi dest bixe ji bo emrê hevalbendiya xwe ya faşîst a li Tirkiyê dirêj bike. Ji bo wê berê xwe da gelek lîstokên qirêj da ku bihaneyan derxe û pê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Ji ber vê, êrişa terorîst a li Stenbolê plan kir û pê saziyên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tawanbar kir. Tenê ji bo hicetekê bibîne û pê êriş bike, dikare heta welatiyên xwe yên sivîl bikuje.

Hemû saziyên Rêveberiya Xweser û QSD`ê ev êriş şermezar kir û gotin têkiliya wan pê tune ye. Her wiha diyar kirin ku dewleta Tirk wê dike hicet da ku êrişî herêmê bike. Lê tevî ku ev dek û dolap ji cîhanê û kolana Tirkiyê re eşkere bû jî, bi hêzên xwe yên hewayî duh êvarê ji Efrîn, Şehba, Kobanê heta Dirbêsiyê û Dêrikê êriş kir. Di encamê de bi dehan şehîd bûn û birîndar bûn. Hîna jî em nizanin heta kengî dê hovîtiya wê ya heta niha berdewam, bidome.

Em ji dewleta Tirk re teqez dikin ku mîna van êrişan, vîna gelê herêmê naşikîne û dê projeya xwe ya li ser biratiya gelan û jiyana hevbeş ava kiriye, berdewam bike. Gelê me dikare xwe û rûmeta xwe li hember destwerdana hovane û planan biparêze. Em bang li pêkhateyên Sûriyê dikin ku li ber xwe bidin, li ser bingeha parastina rewa nirx û rûmeta xwe, dîrok û mafên xwe yên demokratîk biparêzin. Em bang li hemû hêzên parêzvanên demokrasiyê û nirxên mirovahiyê dikin ku li hember vê terorê û hovîtiya dewleta Tirk a faşîst, li rex gelê herêmê bisekinin. Ji ber ku ev dek û dolapên dewleta Tirk û hovîtiya wê êdî li ser hemû gelên herêma Rojhilata Navîn xeter in. Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê berpirsên hovîtiya dewleta Tirk a li ser gelê me û destkeftiyên wî ne.”

(şx)

ANHA