​​​​​​​TEV-DEM: Berxwedan rêya yekane ya parastina destkeftiyan e

TEV-DEMʹê diyar kir ku hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe dibin hevkarên êrişên dewleta Tirk a dagirker. Her wiha bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî êrişên qirkirinê xwe bi rêxistin bikin û li ber xwe bidin.

​​​​​​​TEV-DEM: Berxwedan rêya yekane ya parastina destkeftiyan e
20 mijdar, 2022   01:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de wiha hate gotin:

ʹʹDewleta Tirk a dagirker şerê jenosîdê, şerê qetilkirin û wêrankirinê li dijî îradeya me ragihand. Bi hincetên bê bingehê vî şerî dike da ku durûtiya xwe, sûcên xwe yên hovane û têkçûyîna xwe ya civakî û leşkerî binixwimîne. Dewleta Tirk a dagirker armanc dike ku herêmê me ber bi şerekî vekirî ve bikişîne da ku wekî hincet ji bo pêkanîna sûcên xwe yên hovane li dijî gelê me bi kar bîne, ewlehî û istiqrara herêmê têk bibe û bajaran ji niştecihên wê vala bike û di encamê de operasyoneke terorî ji bo vejandina komên terorîst hêsan bike û herêmên din dagir bike.

Êrişên hovane yên balafirên şerê yên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmên Rojava yên êvarê yê nîşan dide ku dewleta Tirk çirayeke kesk ji hêzên navneteweyî wergirtiye.

Em bêdengiya dewletên têkildarî rewşa Sûriyê, di serî de Koalîsyona Navneteweyî şermezar dikin. Bêdengiya DYA û Rûsyayê nîşan dide ku ew jî hevkarên êrişên qirkirinê yên li dijî gelê me ne.

Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê xwe dikin ku li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin. Berxwedan rêya yekane ya parastina destkeftî û nirxên me yên exlaqî ye. Em destekê bidin yekitiya refa xwe, hevgirtina xwe xurttir bikin û piştgiriyê bidin hêzên xwe Hêzên Sûriya Demokratîk.  Em teqez dikin ku dewleta Tirk a dagirker ê dijminê hov ê gelên herêmê, ji hev ketiye û di pêvajoyên xwe yên herî dijwar de dijî, dibe ku pêvajoya wê ya dawî be.ʹʹ

ANHA