Komxebata eşîran sibê dest pê dike

Bi dirûşma "Mayîndekirina Rêveberiya Xweser-Xurtkirina Hêzên Sûriya Demokratîk" sibê li Hesekê Komxebata Duyemîn a Eşîrên Sûriyê dest pê dike.

Komxebata eşîran sibê dest pê dike
19 mijdar, 2022   07:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sponseriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro komîteya amadekar amadekariyên lidarxistina Komxebata Duyemîn a Eşîrên Sûriyê bi dawî kirin.

Komxebat dê sibê dest pê bike. Tê payîn ku zêdetirî 6 hezar û 300 rûspî û şêxên eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha rûspî û şêxên eşîrên ji tevahiya Sûriyê beşdar bibin.

Endamê komîteya amadekar a komxebatê Sabit El Cewher ji ajansa me re wiha axivî: "Armanca komxebatê mayîndekirina rêgeza Rêveberiya Xweser e. Her wiha peyamek e ji bo hundir û derveyî Sûriyê ku hemû eşîr, qebîle û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûryiê li kêleka Rêveberiya Xweser in û zarokên wan di nava refên QSD`ê de ne û aramî û ewlehiyê mayînde dikin, her wiha ji bo çareserkirina alozî û şerê li welat proseya siyasî ber bi diyalogê ve dibin."

ANHA