​​​​​​​Dagirkeriya Tirk navçeya Zirgan gundewarê wê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker navçeya Zirgan û 2 gund li rojhilatê wê bi çekên giran topbaran dikin.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk navçeya Zirgan gundewarê wê topbaran dike
17 mijdar, 2022   19:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji navçeya Zirgan a kantona Hesekê ragihand ku navçeya Zirgan, gundê Xan û Xirb El Îd ên rojhilatê navçeyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên topbarankirin.

Nûçegihanê me diyar kir ku topbaran berdewam e, lê agahiyên dîtir nehatin bidestxistin.

ANHA