​​​​​​​Li Başûrê Kurdistanê teqîn; 3 xanî rûxiyan-Hat Nûkirin

Li taxa Kazyo ya Silêmaniyê tanka gazê teqiya. Di encama teqînê de 3 xanî rûxiyan. Gelek ziyan li malên derdor bûm.

​​​​​​​Li Başûrê Kurdistanê teqîn; 3 xanî rûxiyan-Hat Nûkirin
17 mijdar, 2022   17:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Roj News`ê piştî teqînê tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê berê xwe dan cihê bûyerê. Tê gotin di bin kavilan de hin kes mane. Tîmên rizgarkirinê hîn xebatên xwe berdewam dikin. Gelek kes li cihê bûyerê kom bûne.

Teqîn li ber mala kesek lê mêvan bû pêk hatiye. Li gorî agahiyan herî kêm 15 kes birîndar bûne.

Rêveberê Ragihandina Tenduristiyê Ragihand ku heta niha 3 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî hinek çavkaniyan 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Silêmaniyê ragihand ku hemû nexweşxaneyên Silêmaniyê ji bo wergirtina birîndaran amade ne.