Li Tebqayê jinan di komxebatekê de perspektîfên rêber Ocalan nîqaş kirin

Bi dirûşma “Bi têkoşîn û fikrê rêbertî… em ê civakeke demokratîk û azad ava bikin”, Nivîsgehên Jinan bi koordîneya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê, komxebatek li dar xist.

Li Tebqayê jinan di komxebatekê de perspektîfên rêber Ocalan nîqaş kirin
17 mijdar, 2022   16:36
TEBQA

Komxebat li hola navenda Çandê ya Tebqayê hat lidarxistin, tê de nûnerên nivîsgeh û komîteyên jinan ên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, partiyên siyasî, endamên Yekitiya Jinên Ciwan, Kombûna Jinan a Zenûbya û Partiya Sûriya Pêşerojê beşdar bûn.

Di serî de endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya Semîra Hebeş bixêrhatina beşdaran kir û piştre sînevîzyonek li ser jiyana rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna wî hat pêşandan.

/ar/uploads/files/2022/11/17/141244_mltqa-hwary-llnsaa-fy-altbqh-ynaqsh-atrwhat-alqaed-awjlan-28129.webp

Piştre berdevka Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê Meryem Osman, endama rêveber a Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Wela El Nacî û endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê Semîra Hebeş ji bo dîwanê hatin hilbijartin.

Di komxebatê de 3 mijarên sereke hatin nîqaşkirin; nêrîna rêber Ocalan a li ser neteweya demokratîk, jineolojî û siyaset.

NETEWEYA DEMOKRATÎK

Beşa yekemîn a panelê ji aliyê rêvebera Komîteya Jinan a Rêveberiya Xweser a herêma Tebqayê Wela El Nacî ve hat birêvebirin.

Wela got: “Kesên yekemîn behsa têgîna demokrasiyê kiriye û wek pergalek alternatîfê pergala kapîtalîst pêşkêş kiriye, rêber Abdullah Ocalan e ku di parêznameyên xwe de analîz, şîrovekirina wateya rastîn a demokrasiyê û hevbeşiyê, rola pêşeng a jinan di civaka demokratîk de esas girtiye.”

JINEOLOJÎ

Di mijara duyemîn de berdevkê Navenda Lêkolînên Jinelojiyê ya Tebqayê Mariya El Meter wiha domand: “Jineolojî çavkaniya yekane ye ku civak jê fikr, lêkolîn û nîqaşên komî werdigire, da ku bersivên rast ji rastiya jinan û cewhera wê re bibîne. Pêşketina jineolojiyê jî bi rêya birêxistinkirinê dê bibe bingeha nirxên erênî di demên pêş de.”

SIYASET DI ALIYÊ CIVAKÎ DE

Mijara sêyemîn ji aliyê endama Desteya Rêveber a Kombûna Jinan a Zenobya Meryem Osman ve hat birêvebirin. Meryem destpêkê balkişand ser pênaseya siyasetê ku rêber Ocalan gotiye û wiha domand: “Dema em siyasetê di aliyê civakî de pênase bikin, em dikarin bêjin ew pêkanîna pêşketina civakê ye bi rêya birêvebirina kar û barên wê bi awayekî azad e.”

Piştre beşdaran mijarên panelê nirxandin û di dawiyê de gihaştin vê encamnameyê; Pêşxistina jinan di qada siyasî de û zêdekirina perwerdeya wê, tevlêkirina jinan di dozên siyasî û girtina biryaran de, bilindkirina asta têkoşînê li dijî siyasetên li ser jinan, mezinkirina berxwedanê li hember tundiya li ser jinan, pêkanîna hevgirtin û yekitiyê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û belavkirina fikrê wî li her derê, domandina xebatan heta rizgarkirina jinan; ji ber ku rizgarkirina wan rizgarkirina civakê ye, rizgarkirina civakê jî neteweya demokratîk û hevjiyana azad e.”

(mh)

ANHA