​​​​​​​Şêniyên Firat û Minbicê piştgirî da serhildana li Rojhilat û Îranê

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê û Minbicê meşek ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilatê Kurdistanê li dijî dewleta Îranê li dar xist.

​​​​​​​Şêniyên Firat û Minbicê piştgirî da serhildana li Rojhilat û Îranê
​​​​​​​Şêniyên Firat û Minbicê piştgirî da serhildana li Rojhilat û Îranê
​​​​​​​Şêniyên Firat û Minbicê piştgirî da serhildana li Rojhilat û Îranê
​​​​​​​Şêniyên Firat û Minbicê piştgirî da serhildana li Rojhilat û Îranê
​​​​​​​Şêniyên Firat û Minbicê piştgirî da serhildana li Rojhilat û Îranê
​​​​​​​Şêniyên Firat û Minbicê piştgirî da serhildana li Rojhilat û Îranê
17 mijdar, 2022   13:07
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên herêma Firat û Minbicê li Qada Jina Azad a li naverasta Kobanê kom bûn û beşdarî meşa piştgiriya şêniyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di serhildana wan li dijî dewleta Îranê de bûn. Beşdaran wêneyên Jîna Emîn ku sembola serhildanê ye hildan.

Beşdaran di meşê de diruşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Azadî ji rêber Ocalan re" berz kirin.

Piştî meş gihaşt Qada Şehîd Egîd veguherî mîtîngê. Dûre endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Emîne Bekir axivî û pesna jina Îranê di şoreşa wan de da.

Emîne wiha got: "Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê ya bi pêşengtiya jinan serhildaneke pîroz e û têkoşîna rewa ya rêveçûna gel e. Em bawer in ku dê bi ser bikeve. Ji ber ger gel xwest azadiya xwe bi dest bixe, dê wergire. Jîna Emînî semboka her jineke azad e, ne tenê ji jinên Îranê re."

Emîne wiha pê de çû: "Ev serdema azadiya jinê, serdema şikandina destpotiya zihniyeta baviksalarî ye. Îro jin li Mezopotamyayê serî li hember bendên koletiyê hildide. Ev jî hêviyekê dide me ku dê gel azadiya xwe bi dest bixe. Îro dîrok xwe sererast dike û gel ji bo azadiya xwe serî hildide."

Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo wiha got: "Dema zulm li cihekî hebe gel serî hildide. Ev tişt jî bi gelê Îranê re çêbû ku êdî azaran ji dest rejîma çewsîner dikişînin."

Şêxo wiha pê de çû: "Rejîma Îranê gel ji mafên wî yên herî hêsan mehrûk kir. şerîeta îslamê ji kiryarên wê bê par e. serhildana gelê Îranê serhildaneke rewa ye, serhildana gelê ku li debara xwe digere. Em piştgiriyê didin hemû gelên banga azadiya xwe dikin. Em bang li tevahî dewletên cîhanê dikin ku bi gelê Îranê re bisekinin ku azadiya xwe bi dest bixe."

Şêxo wiha dawî li gotina xwe anî: "Tiştê îro li Îranê rû dide berxwedana rasteqîn a gel e û jinan xwe di vê şoreşê de îsbat kir û gelê ku li jiyana ber bi ewlehiyê ve digere, bi rê ve dibe."

(fr)

ANHA