Fermandarekî Heşdî Şebî: Em amade ne hêzên Tirkiyê ji Iraqê derxin

Fermandarekî Heşdî Şebî da zanîn ku têkildarî êrişên Tirkiyê wan ji hikumeta Iraqê xwestiye ku bikevin tevgerê û got: "Eger ev pêk neyê, em amade ne li dijî Tirkiyeyê hêzên xwe bixin tevgerê."

Fermandarekî Heşdî Şebî: Em amade ne hêzên Tirkiyê ji Iraqê derxin
17 mijdar, 2022   07:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarekî Hêzên Heşdî Şebî ku ji ber ewlehiyê nexwest nave xwe eşkere bike, têkildarî hebûna hêzên dewleta Tirk a dagirker li xaka Iraqê ji Rojnewsê re axivî.

Fermandarê Heşîd Şebî got ku hêzên wan ji bo derxistina leşkerên Tirk ji nav xaka Iraqê amadekariyên xwe temam kirine, lê divê hikumeta Iraqê vê ji yekê razî be. Her wiha destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk yên li nav xaka Iraqê, Şengal û gelek herêmên din, binpêkirinek eşkere ya serweriya xaka Iraqê ye.

Her wiha da zanîn ku wan ji hikumeta Iraqê û Wezareta Karên Derve ya Iraqê xwestiye ku bikevin nava liv û tevgerê û tedbîrên pêwîst bigrin û got: "Ger ev yek pêk neyê, hêzên Heşdî Şebî amadene dijî Tirkiyeyê hêza xwe bixe nava liv û tevgerê.