Rewşên Sûdan û Lîbyayê û aloziya avhewayê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî yên vê sibehê bal kişandin ser rewşa Sûdanê, hilbijartinên Lîbyayê û aloziya avhewayê.

Rewşên Sûdan û Lîbyayê û aloziya avhewayê rojevên rojnameyên erebî ne
17 mijdar, 2022   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

LI SÛDANÊ HEWLDANÊN LIHEVKIRINEK SIYASÎ

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Îtîlafa Hêzên Azadî û Guhertinê ya Sûdanê roja Çarşemê ragihand ku ji bo bidawîkirina aloziya siyasî ya li welat a ku ji 25ʹê Cotmeha 2012ʹê ve dewam dike, ew dixebite da ku bi artêşa Sûdanê re bighêje lihevkirinê.

Fermandarê Meclisa Navendî ya Îtîlafa Hêzên Azadî û Guhertinê Wasiq El Berîr di civîneke çapemeniyê de got, li pey ʹLihevkirina çarçoveyîʹ dê pêvajoya duyemîn a dan û standinan dest pê bike ku 4 dosya ne; edalet veguhêz, hilweşandina rejîma serokê berê Omer El Beşîr, çaksazkirina qada ewlehiyê û Peymana Aştiyê ya Jubayê.

El Berîr anî ziman ku peyman îşaret bi vê yekê dike ku proseya siyasî li welat gengaz bûye û destnîşan kir ku bi artêşê re li hev kiriye ku "Kabîneya wezîran bi tevahî medenî be."

Her wiha destnîşan kir ku welat nêzî pêvajoyeke nû dibe ku bêyî beşdarbûna girse ya gelê Sûdanê ne pêkan e.

Endamê meclisa navendî ya Îtîlafê Taha Osman diyar kir ku "Lihevkirina çarçoveyî" hemû hêzên beşdar di pêşnûmeya belgeya destûrî ya Komîteya Sendîqeya Parêzerên Sûdanê de diyar dike û anî ziman ku pêşnûme ji hemûyan re vekirî ye.

Osman diyar kir ku dema tê payîn ji bo îmzekirina peymanê 10 roj e, bi şertê ku di nava mehekê de qonaxa duyemîn a hevdîtinan pêk were û got, "Îtîlafa Azadî û Guhertin" di tu pêvajoyên siyasî de bi tena serê xwe naçe.

Têkildarî hilbijartina serokwezîr û serokê dewletê jî Taha Osman got, bi artêşê re li hev kirine ku ji aliyê “Hêzên Şoreşê” ve bên hilbijartin.

Roja Çarşemê Reutersê li ser zimanê çavkaniyên leşkerî yên Sûdanê ragihand ku artêş bi Hêzên Azadî û Guhertinê re gihîştiye "lihevkirinê" û hê jî bende tên nîqaşkirin.

Medyaya Sûdanê roja Sêşemê têbinî û guhertinên ku pêkhateya leşkerî di pêşnûmeya destûrê de ya ku Sendîqeya Parêzerên Sûdanê pêşkêş kiriye û aliyan erê kiriye da ku bibe bingehê proseya siyasî ya ji bo dawîkirina aloziya li welat, eşkere kir.

Çavdêr dibêjin ku guhertinên di qada leşkerî de, ku hêzên sivîl ên beşdar di dan û standinên çareseriyê de qebûl kirine, parêzbendiya cezakirinê dide hêzên ewlekarî û leşkerî, lê hêzên din ên sivîl vî bendî re red dikin."

LI LÎBYAYÊ HILBIJARTIN NÊZ DIBIN

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El Beyan wiha nivisî: “Hindik maye ku xitimîna siyasî li Lîbyayê bi dawî bibe bi rêya lihevkirina her du meclisên parlamentoyê û dewletê û damezrandina rewatiyeke daîm ku ji lidarxistina hilbijartinan di bin çavdêriya civata navneteweyî de dest pê dike û bi avakirina desthilateke yekbûyî, saziyên yekbûyî û lihevhatina nîştimanî bi encam bibe.

Şandeyê navneteweyî Ebdullah Batîlî li Konseya Ewlehiyê ya NY`yê got ku ew bi endamên meclisa serokatiyê, meclisa dewletê û aliyên din ên sereke yên di warên siyasî, aborî û ewlehiyê de aktîv in re peywendî danîne. Her wiha bi bîra wan xistiye ku divê ji bo vegerandina aştî û îstiqrarê li Lîbyayê bi rêya çareseriya lîbî-lîbî, kar bikin.

Li gorî aliyên lîbyayî yên agahdar, dê di dema pêş de bi sponseriya aliyên navneteweyî gavên girîng bên avêtin. Dê armanc jê lihevanîna aliyên dijber û gihîştina lihevkirinên pratîk di navbera meclisên parlamento û dewletê de be, da ku zemîneke destûrî ya li ser lihevkirî bê avakirin, hikumeteke teknokirat ava bibe ku bikare hilbijartinan bi rêve bibe û çavdêriya wê bike. Heke ev pêk were, tê wateya ku parçebûna di navbera hikumetên El Wehda El Wataniye û hikumeta piştgiriya îstiqrarê de bi dawî bibe.”

HIŞYARIYÊN JI KÛRBÛNA ALOZIYA XUREKÊ JI BER GUHERTINA AVHEWAYÊ

Têkildarî aloziya avhewayê rojnameya El Itîhad a Îmaratê wiha nivîsî: "Cîgirê rêveberê Rêxistina Xurekê û Çandiniyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (FAO) li ser kûrbûna aloziya xurekê li hin welatên lawaz û di nav de Sûdan hişyarî da, nexasim li gel diyardeya guhertina avhewayê.

Zeytûnî Weled Dada di lûtkeya avhewayê (cop-27) a li Misirê tê lidarxistin de, wiha got: "Eger biryarên bi lez û mezin neyên dayîn, dibe ku alozî kûrtir bibe."

Wele Dada ji ber bandorên guhertina avhewayê fikarên xwe nîşan da û got: "Rewş pir metirsîdar e. Ji ber ku bandora guhertina avhewayê li her devera cîhanê derdikeve, nexasim li herêmên lawaz û yên herî zêde zirarê dibînin mîna Sûdanê."