Li Heleb û Hesekê panel û semînerên li ser tundiya siyasî

Bi dirûşma " Li dijî tevahî cureyên tundiya dewlet û zihniyeta baviksalarî, Jin, Jiyan, Azadî" ‎panel û semîner li ser tundiya siyasî ya li dijî jinê li Heleb û Hesekê hatin dayîn.‎

Li Heleb û Hesekê panel û semînerên li ser tundiya siyasî
Li Heleb û Hesekê panel û semînerên li ser tundiya siyasî
Li Heleb û Hesekê panel û semînerên li ser tundiya siyasî
Li Heleb û Hesekê panel û semînerên li ser tundiya siyasî
Li Heleb û Hesekê panel û semînerên li ser tundiya siyasî
Li Heleb û Hesekê panel û semînerên li ser tundiya siyasî
Li Heleb û Hesekê panel û semînerên li ser tundiya siyasî
Li Heleb û Hesekê panel û semînerên li ser tundiya siyasî
Li Heleb û Hesekê panel û semînerên li ser tundiya siyasî
Li Heleb û Hesekê panel û semînerên li ser tundiya siyasî
16 mijdar, 2022   14:44
HELEB

Çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê ya 25'ê Mijdarê berdewam in. ‎Meclisa Jinan a Sûriyê paneleke li ser tundiya siyasî li hola Meclisa Sûriya ‎Demokratîk li rojhilatê Şêxmeqsud a Helebê da. ‎

Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl di panelê de amade bûn, paşê berdevka Meclisa Jinan a Sûriye ya ‎Helebê Heyfa Hesen axivî.‎

Heyfa Hesen diyar kir ku tundiya siyasî bi seema zayenda jinan wan hedef digire. Ew yek bi hewldana têkbirina moralên jinan e."

Heyfa Hesen şêweyên tundiyê anî ziman û destnîşan kir ku tundiya piskolojî heye, ew jî reftareke dijminane ye û zirareke moralê digihîne jinan. Tundiya aborî jî heyhe, ew jî reftareke bi zorê ye, jinan kontrol dike, jêderên wan û derfetên aboriyê desteser dike.

Heyfa diyar kir ku tundiya elektronî jeye, ew jî di vê demê de pir belav e, ji bo hêsabûna bikaranîna teknolojiyê, her wiha tundiya qanûnî jî heye, ew tundî li ser cudabûna qanûna neyênî ya li dijî jinan e.

BANDOR

Heyfa Hesen îşaret bi bandora tundiya siyasî kir û wiha domand: "Ji ber tundiya siyasî rêjeya ‎beşdar û namzetên jin di kar û barên giştî de kêm e, civaka siyasî metisîdar e, rêgezên wekheviyê ‎tevlî hev dikin."

Paşê deriyê nîqaşan li pêş beşdaran hate vekirin. Beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe li ser çareyên têkbirina doza tundiya siyasî li dijî jinan anî ziman. Der barê vê de hevseroka Meclisa Şehîd Gelhat Nehle Misteffa wiha got: "Tundî ne nîştimanî, ne çandê ne jî çînekê nas dike. Ew diyardeyeke li tevahî cîhanê belav e."

Nehle da zanîn ku tundiya siyasî ya li dijî jinan encama çanda malbatê ye ku jin ji biçûkaniya xwe de ji siyasetê hatiye bidûrxistin û bi çavekî ew lawaz e û ji siyasetê tiştekî fêm nake, lê tê nihartin.

Nehle eşkere kir ku rewşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destpêkirina Şoreşa 19′ê Tîrmehê re hate guhartin û wiha pê de çû. "Jin beşdarî tevahî aliyên civakî û siyasî bûn û êdî xwedî roleke girîng in û cihê xwe di biryardayînê de girt."

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Elî Mistefa diyar kir ku divê jin beşdarî siyasetê bin ku îstîqraiyek pêk bê û wiha got: "Ji ber jin çavkaniya aştiyê ye û bê mohra jinê siyaseta bi ser nakeve." ‎

HESEKÊ

Girêdayî heman mijarê li Hesekê bi diruşma " Li dijî tevahî cureyên tundiya dewlet û zihniyeta baviksalarî, Jin, ‎Jiyan,  Azadî" Kongra Star a Til Hemîs semînerek ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn re ‎orgenîz kir. ‎

Endama Kongra Star a Til Temir Zehre Emîn semîner da û wihat got: "Ne tenê cureyên tundiya li dijî jinan tundiya fîzîkî ne, lê belê li dijî her kar an jî gotineke wê pêk tên."

Zehre Emîn bal kişand ser bandorên derûnî li dijî jinan û wiha domand: "Bandorên derûniyê dihêle jin baweriya xwe bi xwe winda bike û li hember karên dike xwe gunehkar bibîne, da ku pişta xwe bide mêr, hest û biryarên xwe ji dest bide."

Li navçeya Zirganê ya Hesekê jî endama rêveber a Kongra Star a navçeyê Delal Mehmûd li hola ‎Şaredariya Gel semînerek li ser tundiya li dijî jinan da.‎

Delal Mehmûd bal kişand ser siyasetên dijminane yên dewleta Tirk li dijî jinan û got:" ‎Dagirkeriya Tirk jinên pêşeng, fermandar û yên di karên xwe de serkeftî dike hedef."

Delal Mehmûd bang li tevahî jinan kir ku xwe li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin ‎bikin û asta têkoşîna xwe bilind bikin. ‎

Semîner bi berzkirina siloganên " Jin, Jiyan,  Azadî" bi dawî bû.‎

(dm)

ANHA