Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê Roja Zarokan a Cîhanê pîroz kir

Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê çalakiyek li dar xist. Çalakî bi diruşma "Behreyên veşartî" li hola çandê hate lidarxistin.

Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê Roja Zarokan a Cîhanê pîroz kir
16 mijdar, 2022   14:47
TEBQA

Di çalakiyê de nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Tebqayê, nivîsgeh, komîteyên jinan, ciwan û jinên ciwan amade bûn.

Çalakî bi xêrhatina beşdaran dest pê kir.

Li ser nave Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê hevserokê yekitiyê Ehmed El Hac Esed Roja Zarokan a Cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku pêşerojek geş û ronî tijî xêr û bereket ji zarokan re were avakirin.

/ar/uploads/files/2022/11/16/135404_athad-almthqfyn-fy-altbqh-yhtflwn-balywm-alaalmy-lltfl-28629.webp

Di dawiyê de Esed got ew hewl didin behreyên zarokan di aliyên çand û huneran de bi pêş bikevin û geş bibin.

Dûre şano, stran û helbest ji aliyê komên cihêreng û ferdî ve hatin pêşkêşkirin.

Di dawiyê de yekitiyê beşdar xelat kirin.

(fr)

ANHA