Şêniyên Şedadê şehîdekî xwe oxir kir

Bi dehan şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê şehîd Kemal Subhî El Hemed li goristana şehîdan a li navçeyê oxir kir.

Şêniyên Şedadê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîdekî xwe oxir kir
16 mijdar, 2022   10:57
HESEKÊ

Bi dehan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Kemal Subhî El Hemed oxir kir, ku 13`ê Mijdarê di êrişa balafira bêmirov û biçek a dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû.

Beşdarên merasima oxirkirinê cenazeyê şehîd ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirt û piştre bi dehan erebeyan berê xwe da goristana şehîdan a navçeya Şedadê.

Li goristanê, şervanên Hêzên Erka Xweparastinê toraneke leşkerî pêşkêş kir.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Îman El Ferec sersaxî da malbata şehîd û got: "Şêniyên herêmê wê têkoşînê bidomînin, dagirkeran biqewitînin û herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê jî Ebdulsetar Hesekê axivî û got: "Dewleta Tirk balafirên bêmirov ên biçek li dijî şêniyên herêmê bi kar tîne, da ku wan bide koçberkirin. Lê belê bi saya berxwedana şêniyan û hêzên leşkerî em ê heta dawiyê hemû planên Tirkiyê vala derxin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin û di nava tilîliyên dakiyan de cenazeyê şehîd Kemal spartin axê.

ANHA