Nakokiyên teqîna li Stenbolê

Daxuyaniyên li dû hev ên rayedarên dewleta Tirk ên piştî teqîna li Stenbolê, gelek nakokî bi xwe re anîn. Van nakokiyan gotinên musteşarê MÎT'a Tirk Hakan Fîdan ên "Ez ê 8 moşekan bidim avêtin û bikim hinceta şer” careke din bi bîr xistin.

Nakokiyên teqîna li Stenbolê
16 mijdar, 2022   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 13’ê Mijdarê de li Kolana Îstîklalê ya navçeya Beyoglu ya Stenbolê ya Tirkiyê teqînek pêk hat û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 81 kes jî birîndar bûn. Teqîn bi lez û bez ket rojevê û gelek pirs bi xwe re anîn.

Piştî teqînê bi çend deqeyan, Lijneya Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyê (RTUK) biryara qedexekirina weşana têkildarî bûyerê da û xwegihandina medyaya dijîtal hate sînordarkirin. Her wiha piştî teqînê yekser înternet hêdî kirin û Twitter û Whatsapp hatin astengkirin.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di civîneke çapemeniyê ya berî serdana Endonezyayê de got rola jinekê di teqînê de hebûye ku hê lêpirsînê dewam dikir.

Roja teqînê geşedanên balkêş çêbûn. Wezîrê karên hundir ê Tirk Suleyman Soylu tev li merasîma vekirina 'malên mêtingeriyê' yên li Idlibê bûbû ku ji aliyê MUSÎAD'ê (saziyeke kardêran a nêzî AKP’ê) ve têne çêkirin.

Roja din Soylu derket pêşberî kamerayan û îdia kir ku kesa bombe bi cih kiriye, jineke ji Sûriyeyê ya bi navê Ahlam Albaşîr a 23 salî ye û ev jin hatiye destgîrkirin.

Beriya destpêkirina lêpirsînê jî Soylu, Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir hedef û îdia kir ku fermana çalakiyê ji Kobanê, ew jin jî ji herêma Efrînê hatiye.

Cîranên Ahlam Albaşîr ku diyar kir ku nêzî salekê ye ew kes li taxa wan dijî. Lê Suleyman Soylu gotibû ew jin 4 meh berê ji Idlib-Efrînê hatiye Tirkiyê.

Navenda Parastina Gel (NPG) dewleta Tirk ji teqînê berpirsyar nîşan da û diyar kir ku tu eleqeya wan bi teqînê nîn e. Her wiha KCK'ê diyar kir ku armanca sereke ya van îdiayan ew e ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îdiayên dewleta Tirk a dagirker wek “lîstikeke şanoyê ya plankirî” ku AKP’ê û Erdogan amade kiriye, bi nav kir û destnîşan kir ku tu eleqeya wan bi teqîna li Stenbolê nîn e.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  îdiayên dewleta Tirk derewandin û diyar kir ku di destê wan de tu belgeyên girêdayî Ahlam Albashir tune ne.

Îdiayên nakok ên dewleta Tirk a dagirker, vê pirsê bi bîr dixe; xeta Efrîn-Idlibê di bin kontrala kê de ye ku tê gotin Ahlam Albaşîr jê derbasî Tirkiyê bûye? Çima serokê partiya nîjadperest a Tirk MHP'ê yê navçeya Basa ya Şirnexê Mehmet Emîn Îlhan bi Ahlam Albaşîr re bi telefonê axivî?

Hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyê di teqînê de, careke din qeydên deng ên Hakan Fîdan ên di sala 2014'an de bi bîr xistin.

ANHA