​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dagirkeriya Tirk li nêzî dergeha Ebû Zendên baregehek ava kir

Rewşa Sûriyê, têkçûna siyasî ya koma Îxwan El Muslimîn li Tûnisê û aloziya siyasî ya Lubnanê rojevên rojnameyên erebî yên îro bûn.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dagirkeriya Tirk li nêzî dergeha Ebû Zendên baregehek ava kir
16 mijdar, 2022   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DAGIRKERIYA TIRK LI NÊZÎ DERGEHÊ EBÛ ZENDÊN BAREGEHEKE LEŞKERÎ AVA KIR’

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya El Watan a Sûriyê wiha nivîsî: "Di demekê de ku behsa vekirina dergeha Ebû Zendên tê kirin, wekî yekemîn berhemên hewldanên rejîma Tirkiyê ya nêzîkbûna bi Şamê re, hêzên dewleta Tirk a dagirker li nêzî dergehê baregeheke leşkerî ya biçûk ava kir. Ew dergeh di navbera herêmên serweriya dewleta Sûriyê û herêmên serweriya hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li başûrê rojhilatê bajarê Babê yê dagirkirî de ye.

Yekşema borî çavkaniyên nêzî qaşo Artêşa Nîştimanî ji El Watan re eşkere kiribû ku efserên îstixbaratê û artêşa Tirkiyê cara sêyemîn ji herêmên serweriya Artêşa Nîştimanî ve serdana dergehê Ebû Zendên kiriye ku bi wan re serçeteyên milîsên Firqeya Sultan Murad a nêzî rejîma Tirkiyê jî hebûn. Avakirina baregeha leşkerî ya Tirkiyê, piştî wê yekê pêk hat.

Hin raporan ji rojnameyê re got rejîma Tirkiyê karîbû şerê meha borî di navbera milîsên Feyleqa 3`yan û rêxistina El Nusra ya terorîst û milîsên bi wê re îstismar bike û rewşa meydanî û siyasî li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar bîne û bixe xizmeta hewldanên nêzîkbûna bi Şamê re.

Raporan destnîşan kir ku rejîma Tirkiyê bi lez û bez rewşa wan milîsan bi kar anî da ku armanca xwe (vekirina dergeha Ebû Zendên) pêk bîne, ku ev yek daxwazeke berê bû ku Rûsyayê çend caran danîbû ser maseya dan û standinên bi rejîmê re."

‘ÎXWANÊN TÛNISÊ BI TECRÎD Û ŞOPANDINÊ RE BI RÛ NE’

Rojnameya El Beyan jî li ser rewşa Tûnisê wiha nivîsî: "Îxwanên li Tûnisê rastî tecrîda siyasî û civakî tên. Tevgera Nehdayê ku baskê siyasî yê koma Îxwanan e jî tê şermezarkirin, ku ji ber wê yekê serokê wê Raşid El Xenûşî û hin cîgirên wî hatin pêşberî dadgehê. Serokê Tûnisê Qeys Seîd îşaret bi koma Îxwanan kir û got yên agir pê dixin dê xwe bişewitînin.

Pêncşema borî, dadgeha Tûnisê biryar da ku heta lêpirsîn bi dawî nebe, nabe El Xenûşî ji welat derkeve.

Çavdêr dibêjin ku tawanbariyên ji El Xenûşî re ji ber hevkariya wî di dozên hesas de ye, nexasim yên wekî terorê, komployên li djiî ewlehiya hundirîn û derve ya dewletê. Serok Qeys Seîd jî diyar kir ku rêgeha di 25`ê Tîrmeha 2021`an de dest pê kiriye, ji bo rizgarkirina welat û dewletê pêwîst bûn û diyar kiribû ku gotina dawîn dê ya gelê Tûnisê be ku ew xwediyê serdestiyê ye.

Şîrovekar jî dibêjin Îxwanên Tûnisê rastî tecrîda siyasî û civakî û têkçûnê tên û nikarin tu piştevanan ne li hundir, ne jî li derve bibînin. Sekreterê giştî yê Tevgera Gel Zuhêr El Mixzawî jî got: "Îxwan nikarin Tûnisê bi rê ve bibin, nikarin tiştekî bikin, gelê Tûnisê wan red dike. Serhildana dijberî wan a di 25`ê Tîrmeha 2021`an de ev îsbat kir. Tiştê ku çêbûye têkçûneke mezin a Îxwanan e. Wan texmîn nekir ku ev bi serê wan de were. Ew dawiya Îxwanan bû û nîşaneya rasteqîn a serhildanê bû."

‘MUXALEFETA LUBNANÊ LI NAMZETEKÎ SEROKATIYÊ DIGERE’

Rojnameya Ereb der barê rojeva Lubnanê de wiha nivisî: “Duh muxalefeta Lubnanê li hev civiya ji bo nazmetekî serokatiyê beriya rûniştina hilbijartinan diyar bike ku li gorî serokê parlamentoyê Nebîh Berî tê payîn pêncşemê li dar bikeve.

Muxalefet plan dike mijara valahiya serokatiyê çareser bike.

Ji dema ku rayeya serok Mîşel Ewn di 31`ê Cotmehê de bi dawî bûye, valahiya serokatî li Lubnanê heye. Her wiha tu nîşaneyên bidawîbûna vê valahiyê tune ne, nexasim ku parlamentoyê di 5 salan de nekarî serokekî din hilbijêre.

Çavkaniyekî siyasî yê agahdar got derdora 40 parlamenterên Partiya Ketaêb û bloka Tecedud û Itîdal Watanî, yên serbixwe li rêyekê digerin ji bo xitimîna siyasî ya heyî çareser bikin.

Endamê bloka Ketaêb Îlyas Henkeş got dibe piştgiriya namzetiya Mîşel Miewed yan jî namzetekî din dewam bike, bi şertê ku hemû aliyên cuda namzetiya Mîşel Miewed qebûl bikin an jî li ser namzetekî din bi erêkirina hejmara herî zêde ya parlamenteran li hev bikin.

Di nava vebijêrkên bidawîkirina valahiya serokatiyê de, hêzên muxalefetê li vebijêrkên qanûnî û destûrî digerin da ku aloziya astengkirina hilbijartina serokê welêt çareser bikin.”