​​​​​​​Cotkarên Minbicê bi fikar in ku hilberîna zeytûnê ya îsal kêm be

Cotkarên Minbicê dest bi çinîna zeytûnê dikin. Cotkar diyar dikin ku ji ber ku dewleta Tirk ava çemê Firatê li ser herêmê kêm kiriye û guhertinên avhewayê, berê zeytûnê îsal dê kêm be.

​​​​​​​Cotkarên Minbicê bi fikar in ku hilberîna zeytûnê ya îsal kêm be
15 mijdar, 2022   07:09
MINBIC-ŞÎRÎN SERXAN

Li Sûriyê çinîna zeytûnan di destpêka Mijdarê de dest pê dike.

Mîna gelek bajarên din ên herêmê, li Minbicê cotkaran dest bi çinîna zeytûnan kir û dibin kargehên guvaştina zeytûnan. Lê ihtîmal heye ku berê îsal kêm be ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê qut kiriye, guhertinên avhewayê, barana kêm û bilindbûna pileyên germahiyê.

Cotkar bi fikar in ku ji ber van egeran hilberîn li gorî sala borî kêm be û lêçûna karkeran, veguhastin û guvaştinê dernexe.

Cotkarê bi navê Fehid El Hemade yê ji gundê Um El Satih ê rojavayê Minbicê got: “Hilberîna îsal li gorî sala borî, kêm e. Ji ber guhertinên mezin di avhewayê de çêbûne û baran kêm bariye. Di encamê de ava bîran kêm bû û ax zuha bû. Bi bihabûna li herêmê re, destheqên karkeran jî biha bûn.”

Gelek cotkar li Sûriyê xwe dispêrin çandiniya zeytûnan. Li gorî Komîteya Çandiniyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, li Minbicê tenê 47 hezar û 400 hektar bi zeytûnan hatiye çandin.

(şx)

ANHA