​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî têkoşîna li dijî DAIŞ`ê berdewam bikin

Rêveberiya Xweser bang li hêzên navneteweyî kir ku li hember dosyaya çeteyên DAIŞ'ê, helwestên cidîtir nîşan bidin. Bi taybet sekna li hember şaneyên DAIŞ`ê yên veşartî, girtiyên wan û alozbûna rewşê li kampa Holê.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî têkoşîna li dijî DAIŞ`ê berdewam bikin
15 mijdar, 2022   00:45
KOBANÊ – CUMA MIHEMED

Çeteyên DAIŞ'ê hewldanên ji nû ve birêxistinkirina xwe didomînin, pê re jî gefên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Di van rojên dawî de, li herêmê çend bûyer qewimîn û nîşan didin DAIŞ hîn jî çalak e û dikare bibe gefeke mezin.

Di du hefteyên borî de, şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê li Dêrazorê êriş pêk anî. Di encamê de ziyan çêbûn. Ev bûyer gefa domdar a çeteyan li ser herêmê û gelê wê eşkere kir.

XETEREYA KU DEM BI DEM NÛ DIBE

/kr/uploads/files/2022/11/14/184342_-.webp

Li ser mijarê, serokê Nivîsgeha Karûbarên Koçberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed wiha got: "Rewş li kampa Holê ji aliyê mirovî û ewlehî ve metirsiyeke cidî ye. Ji ber ku birêxistinkirina çeteyên DAIŞ`ê li ser niştecihên kampa Holê, rêxistinên mirovî, karmendên rêveberiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn metirsiyeke mezin çêdike. JI destpêka îsal ve, 45 bûyerên kuştinê di kampê de rû dane, gef li rêxistinên mirovî hatiye xwarin û endamekî Hevya Sor a Kurd hatiye kuştin. Her wiha gef li rêxistina Bijîşên Sînornenas hat xwarin û gelek ji wan rawstiyan."

Ehmed diyar kir ku ji dema binkeftina DAIŞ`ê bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Baxozê, nifşekî nû yê şaneyên DAIŞ`ê mezin bû ku li ser ewlehiya herêmê û cîhanê jî bûye xeteriyeke mezin.

Ehmed wiha domand: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê ji bo kontrolkirina ewlehiyê du operasyon pêk anîn. Di encamê de gelek veşartgeh, tunel, çek û şaneyên DAIŞ'ê hatin dîtin. Lê ji ber gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê, wê şaneyên din û êrişên din li ser kampê û herêmê hebin.”

Ehmed destnîşan kir ku di navbera artêşa Tirk li herêmên dagirkirî û şaneyên li kampa Holê û derdora wê de, koordîneyeke rasterast heye.

Ehmed wiha li gotina xwe zêde kir: "Veşartgeha ku ji aliyê QSD'ê ve li nêzî Til Hemîsê hatiye dîtin, nîşan dide ku DAIŞ xwe amade dikir êrişî kampê bike û xîlafeta ku bi destê QSD'ê hatibû xistin, vegerîne. Dewleta Tirk bi rêya rêxistina DAIŞ'ê ku li kampa Holê ye, hewl dide vê xîlafetê careke din vejîne."

Di 28'ê Îlonê de, QSD`ê ragihand ku hêzên wan di operasyoneke taybet a hevbeş ligel Hêzên Ewlekariya Hundirîn de, duyemîn depoya herî mezin a çekên DAIŞ'ê li gundê Qeyrewan ê başûrê Til Hemîsê, desteser kirin. Ev depo hatibû amadekirin da ku şaneyên DAIŞ'ê bi çek bike û êrişekê li ser kampa Holê û deverên gundewarê Hesekê pêk bîne.

Ev depo piştî çend rojan ji destpêkirina qonaxa duyem a hemleya "Mirovî û Ewlehiyê" hat dîtin ku di 25'ê Tebaxê de li kampa Holê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bi piştgiriya QSD`ê pêk hatibû. Hêzên ewlehiyê, bi armanca sepandina ewlehiya kampê ku bi hezaran zarok, jin û malbatên çeteyên DAIŞ'ê tê hene, dest bi hemleya xwe kiribû û di encama hemleya ku 24 rojan dewam kiriye de, 226 çete hatin girtin, di nav de 36 jin ku destê wan di bûyerên kuştinê de hene. Her wiha 25 xendek hatin rûxandin, bi dehan çek û cebilxane hatin desteserkirin.

HELWESTA QELS A NAVNETEWEYÎ PIRSGIRÊKÊ GIRÊTIR DIKE

Ehmed destnîşan kir ku li pêşiya rêveberiyê gelek zehmetiyên ewlehî û mirovî hene ku barên wê giran dikin û li ser wê metirsiyên mezin çêdikin.

Ehmed her wiha got: "Bê xemiya hêzên navneteweyî ji bo bidawîkirina dosyaya DAIŞ'ê, kampa Holê û navendên QSD`ê ku çeteyan tê de digirin, di aliyê ewlehî û mirovî de li ser Rêveberiya Xweser bûn bar nexasim ku niha di nav şer de ye û rewşa awarta ragihandî ye.”

Li gorî serokê Nivîsgeha Karûbarên Koçberan Şêxmûs Ehmed: "56 hezar û 500 kes li kampa Holê ne. Piraniya wan xelkê Iraqê ne û zêdetirî 15 hezar kes ji herêmên din ên Sûriyê ne. Beşeke pir kêm jî ji herêmên Rêveberiya Xweser in ku plan û bernameyên wê hene da ku kesên dixwazin vegerin herêmên xwe, ji kampê derxe. Li rex wan jî, zêdetirî 8 hezar jin û zarokên DAIŞ`ê hene."

Ji ber ku piraniya kesên li Holê xelkê Iraqî ne, Ehmed wiha got: "Komara Iraqê ji bo vegerandina hemwelatiyên xwe hêdî hêdî dixebite. Em ji Iraq û dewletên ku hemwelatiyên wan li kampa Holê hene hêvî dikin ku wan vegerînin, da ku Rêveberiya Xweser bikare ewlehiyê peyda bike û zehmetiyên li pêşiya wê derdikevin derbas bike.”

HELWESTA QELS A NAVNETEWEYÎ

/kr/uploads/files/2022/11/14/184324_-.webp

Di vê çarçoveyê de cîgira seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Îbrahîm ji ajansa me re axivî. Rûken wiha got: "Li seranserî cîhanê, kampa Holê kampa herî metirsîdar e. Bi hezaran malbatên DAIŞ'ê yên ku hîn jî îdeolojiya tundrew hildigirin di wê kampê de hene û nifşên li wir çi jin çi zarok, li ser wê îdeolojiyê mezin dikin."

Rûken wiha lê zêde kir: "Cîhan tişta ku li Holê diqewime dibîne, lê bêdeng e. Neqebûlkirina Rêveberiya Xweser rê li ber destwerdana navneteweyî ya rasterast digire. Raste hin geşt ji bo xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene û hin kes derdikevin yan jî hinek dewlet zarokên sêwî bi rêya Daîreya Têkiliyên Derve wer digrin, lê dîsa jî têrê nake.”

Rûken wiha pê de çû: "Tişta metirsîdartir ew e ku malbatên niştecih in ku îdeolojiya tundrew hildigirin. Nexasim piştî êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê tevgera şaneyan zêde bû. Her wiha di hemleya dawîn a li kampa Holê de girtîgehek DAIŞ û dibistanên taybet ên çeteyan hatin dîtin ku jin û zarokan hînî fikrê tundrew dikin."

Rûken balkişand ser erkên hêzên navneteweyî û got: "Divê hêzên navneteweyî destwerdanê bikin, çi bi rêya peydakirina cihekî ji bo van malbatan, an jî wan perwerde bikin û tev li civakê bikin. an jî alîkariya wan malbatan bikin û di nav kampê de perwerde bikin. Ji ber ku mayîna wan a bi vî rengî metirsiyeke mezin li ser Sûriyê û hemû cîhanê çêdike. Eger rewşeke awarte çêdibe, jin û malbatên DAIŞ`ê hewl didin bi qaçaxî ji kampê derkevin û biçin herêmên derveyê Sûriyê."

Rûken Mele Îbrahîm herî dawî wiha got: "Helwesta hêzên navneteweyî der barê kampa Holê de pir qels e. Tenê hinek alîkariyên mirovî ji aliyê rêxistinan ve hene. Lê di mijara perwerdekirina wan û tevlêkirina wan di civakê de, avakirina dibistanên taybet ji bo zarokan, tiştekî wiha nîne."

(hs)

ANHA