SOHR: Li Derayê teqîneke mezin pêk hat

Li Derayê dengê teqîneke mezin hat bihîstin. Di heman demê de şerê komên xwecih û komên ku bi pabendiya DAIŞ`ê tên tawanbarkirin, dewam dike.

SOHR: Li Derayê teqîneke mezin pêk hat
14 mijdar, 2022   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku piştî nîvro li herêma Hemadîn a li taxa rêya Sed a bajarê Dera yê Sûriyê, ji ber erebeyeke bombebarirkî ya komên bi pabendiya DAIŞ`ê tên tawanbarkirin, teqîneke mezin pêk hatiye.

Di heman demê de, di navbera komên xwecih û Lîwaya 8`emîn de ji aliyekî ve û komên bi padendiya DAIŞ`ê tên tawanbarkirin ji aliyekî din ve, şerên bi çekên sivik û navîn derketin. Komên xwecih gelek mal û deverên ku çeteyên DAIŞ`ê xwe lê veşartibûn, kontrol kirin.