Di êrişa Îranê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da

Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa dewleta Îranê ya ser baregeha wan de, 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û 8 jî birîndar bûn.

Di êrişa Îranê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
14 mijdar, 2022   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizba Demokrat ya Kurdistan a Îranê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişa dewleta Îranê ya ser baregeha wan ya li Koyeyê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, di encama êrişa dewleta Îranê de 2 pêşmergeyên Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê jiyana xwe ji dest da û 8 jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ʹʹRêbwar Ebdî û Aso Tewana ên xelkê Bokan di encama êrişê de şehîd bûnʹʹ.

Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê di daxuyaniya xwe de got; “Xebat û rizgarîxwaziya gelê Kurd ya li Îranê wê heya serkeftinê dewam bike. Kur û keçên azadîxwaz wê tola şehîdan bi xebat û têkoşînê bidin.ʹʹ