Serhildana bi pêşengtiya jin û ciwanan berdewam e

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildana ku piştî qetilkirina ciwana Kurd Jîna Emînî dest pê kirin, nêzî du mehan li pey xwe dihêle. Bangawazî hat kirin ku di salvegera xwepêşandanên 2019’an de bi awayekî hîn mezintir tevlî serhildanê bibin.

Serhildana bi pêşengtiya jin û ciwanan berdewam e
14 mijdar, 2022   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li bajarên Sine, Mihabad, Serdeşt, Seqîz, Urmiye, Bokan û çend herêmên din yên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan û çalakî berdewam bûn.

Li Sine û Bokan weke gelek şevên borî duh bi şev jî jin û ciwanan bi pêxistina agir û girtina rêyan li trafîkê çalakiyên xwe yên li dijî desthilatdariyê domandin û dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan. Her wiha li Sine komek xwendevanên keç bi bê poşî û bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ helwesta xwe nîşanî desthilatdariyê dan.

LI gundê Bêwranî ya Serdeştê çalakî û xwepêşandanên li dijî qetilkirina ciwanê bi navê ‘Hêmin Hemze’ di roja sêyem de berdewambûn.

Li zanîngeha Urmiyeyê xwendevan kombûn û çûna dibistanan boykotkirin. Heman demê de li Mihabadê jî çalakiyên cuda cuda yên weke nivîsîna diruşmeyan berdewam bûn.

Di asta Îranê de jî li gorî dîmenên di medya civakî de hatîn belavkirin xwepêşandan û çalakî li bajarên Tehran, Şîraz û hinek herêmên din didomin.

Li bajarê Êkbatan a Tehranê, şeva borî welatî kombûn û diruşmeyên li ser daxwazên xwe berzkirin. Heman şevê li heman bajarî, piştî ku hat ragihandin ku çalakvanê girtî Hisên Rewneqî li wir tê dermankirin, gelek welatî û çalakvan li ber nexweşxaneya Dey a bajarê Tehranê kom bûn.

Bi derbazbûna nêzî du mehan li ser berdewambûna xwepêşandan û çalakiyan re bangawazî hat kirin ku di 15’ê Mijdarê de ango di salvegera 3’yemîn ya xwepêşandanên bi xwîn ya sala 2019’an de kombibin û xwepêşandanan berfirehtir bikin.

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2019’an de piştî bilindbûna nirxê sotemeniyê û xirabûna rewşa jiyana welatiyan, li zêdetirî 100 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hatin lidarxistin. Li gorî bilançoyan navbera hezar heta hezar û 200 kesan di van xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dabû.