Li dijî baregehên Hizba Demokrat a Îranê û Komele êriş pêk hat

Baregeha Hizba Demokrat ya Îranê a li Hewlêrê û baregeha Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê ya li Silêmaniyê hatin bombebarankirin. Tê gotin ku kuştî û birîndar hene.

Li dijî baregehên Hizba Demokrat a Îranê û Komele êriş pêk hat
14 mijdar, 2022   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsʹê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên nav Hizba Demokrata ya Îranê, baregeha Hizba Demokrat ya Îranê ya li navçeya Koye ya Hewlêrê di saet 08:30’an de hatiye bombekirin û di nav baregehê de welatî hebûn.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku heta niha 8 birîndar û şehîdek gihandine nexweşxaneyê û hate gotin: “Tê payîn hêjmara birîndar û şehîdan zêdetir bibe."

Her wiha hat ragihandin ku piştî êrişa ser bi baregeha Hizba Demokrat ya Îranê, baregeha Komeleya Zehmetkêşana Kurdistan ya li gundê Zirugwêz ya ser bi Silêmaniyê jî hate bombebarankirin.

Li gorî agahiyan, êrişa ser baregeha Komeleya Zehmetkêşan bi rêya 6 dronan pêk hatiye û ji wan 4 dron bi baregehê ve hatine teqandin û her duyên din jî ketine xwarê.

Tê gotin ku jêdera êrişê Îranê ye.