​​​​​​​Malbatên şehîdan: Siyaseta PDK`ê û ya dewleta Tirk li hember Kurdan yek e

Malbatên şehîdan anîn ziman ku PDK berpirsê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla ye û diyar kir ku siyasetên PDKʹê ji siyasetên dewleta Tirk ên li dijî doza kurdî ne cûda ne.

​​​​​​​Malbatên şehîdan: Siyaseta PDK`ê û ya dewleta Tirk li hember Kurdan yek e
14 mijdar, 2022   02:08
QAMIŞLO

Beşdarbûna PDKʹê di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û gerîlayên azadiyê de dewam dike. PDK rê ji dagirkeran çêdike da ku xwe bigihînin qadên gerîla û baregehên leşkerî jê re ava dike.

27ʹê Tebaxa borî çekdarên PDKʹê di navbera girên Hekarî û Amêdiyê yên rojavayê herêma Zapê de rê li pêş artêşa Tirk a dagirker vekir ku xwe bighîne qadên gerîla. Di 5ʹê Îlona 2022ʹyan de çekdarên PDKʹê beşdarî êrişa li ser 5 gerîlayan bûn ku di encamê de 3 gerîla şehîd bûn, 2 jî birîndar bûn û dîl girtin.

ʹDENGÊ AZADIYÊ DIKE HEDEFʹ

/kr/uploads/files/2022/11/13/192313_-.webp

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê, birayê şehîd Mizgîn û bavê şehîd Bawer, Mihemed Ebdurehman bal kişand ser berxwedana gerîla ya li dijî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker û got: "Li dijî çekên giran û yên kîmyewî yên qedexekirî yên ku dewleta Tirk a dagirker bi kar tîne, hêzên gerîla efsaneyên lehengiyê dinîvisînin ku mînakên wê di dîrokê de tune. Gerîla dengê heqîqet û azadiya gelên bindest ên azadîxwaz e."

Mihemed Ebdurehman anî ziman ku ev berxwedan wê çarenûsa hebûna Kurdan diyar bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mixabin, PDKʹê destekê dide êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Kurdan û beriya niha dest danî ser maskên parastina ji gazên kîmyewî yê ji gerîla re dihatin şandin. Ev kiryar sûcek li dijî gelê Kurd û gerîla ye.ʹʹ

Ebdurehman got, PDKʹê berpirsê sûcên li dijî gerîla û şehîdxistina 17 gerîlayan bi çekên kîmyewî ye.

ʹFERQ DI NAVBERA PDK Û DEWLETA TIRK A FAŞÎST DE TUNE YEʹ

Ebdurehman îşaret pê kir ku eger PDKʹê di vê plane de dewam bike wê tu ferq di navbera wê û dewleta Tirk a faşîst de tunebe  û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber xiyanet û piştgiriya bi dijminên Kurdan, serhildanên Kurdan negihiştin serî. Wê dîrok xiyaneta PDKʹê efû neke."

ʹARMANC QIRKIRINA KURDAN DI KESAYETA GERÎLA DE YEʹ

/kr/uploads/files/2022/11/13/192254_-.webp

Bavê şehîd Sîpan û şehîd Mezlûm û birayê şehîd Goran, Salih Sadiq destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ew e ku di kesayeta tevgera rizgariya Kurdistanê û gerîla de Kurdan qir bike û hewl dide bi rêya çeteyên xwe û hin aliyên kurdî yên ku destekê didin êrişên wê vê armancê pêk bîne.

Salih Sadiq bal kişand ser bêdengiya rêxistinên navneteweyî û got ku rêxistinên navneteweyî yên ku dengê xwe nakin, şirîkên sûcên dewleta Tirk e ya ku tevahî pîvanên nanveteweyî û exlaqî bin pê dike.

Her wiha got: " Ne ji fedekarî û berxwedana gerîla bûye, PDKʹê wê tunebûya. Tişta ku PDKʹê dike xiyanet û çetîtiya ji dagirkeriya Tirk a li hemberî Kurdan e."

Sadiq da zanîn ku hêzên pêşmergeyên PDKʹê ji bo xizmeta Kurdistanê ava bûne û hevkariya wan ya bi dewleta Tirk re xiyaneteke mezin li Kurdan û çetîtiya li dijî hêzên gerîla ye.

Her wiha got: "Heman demê PDKʹê hewl dide şerê şoreşa Rojava bike da ku dewleta Tirk razî bike û berjewendiyên xwe yên hizbî pêk bîne. Başûrê Kurdistanê jî bûye navenda baregehên artêşa Tirk ku ji wir gerîlan dişopîne û wan dike hedef."

ANHA