​​​​​​​Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî da êla Şemer

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sersaxî ji pismamên şêx Himêdî Deham El Hadî El Cerba yên li Helebê re xwest.

​​​​​​​Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî da êla Şemer
13 mijdar, 2022   14:11
HELEB

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe dan konê sersaxiyê yê Şêx Himêdî yê li pêşiya mizgefta El Kirxî ya li herêma Marûf a taxa Şêxmeqsûd û sersaxî da pismamên wî.

Li wir, axaftinên şêx Himêdî Deham El Cerba ên li ser girîngiya yekitiya pêkhateyan li hemher êrişên li dijî herêmê, biratiya gelan û jiyana hevbeş hatin pêşandan.

/ar/uploads/files/2022/11/13/130832_hmydy-hj-krym.webp

Piştre serokeşîrê eşîra Şemer li Helebê, şêx Himêdî Hec Kerîm destnîşan kir ku wefata şêx Himêdî windahiyeke mezin a eşîrê û herêmê bi tevahî ye. Ji ber rola wî di parastina destkeftiyên herêmê û yekitiya pêkhateyan de girîng bû.

/ar/uploads/files/2022/11/13/130845_aly-alhsn.webp

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û yek ji rûspiyên taxa Şêxmeqsûdê şêx Elî El Hesen diyar kir ku şêx Himêdî hevkêşeya (Kurd+Ereb=Serkeftin) pêşkêş kir ku herêmê biparêze û li hember fîtneyan bisekine.

Elî El Hesen wiha domand: “Şêx Himêdî şopeke mezin di dilê me de hişt, ji ber ku ew kesekî mêrxas û welatparêz bû û ji bo hevgirtina pêkhateyan kedeke mezin da.”

Hevserokê berê yê herêma Cizîrê û serokeşîrê eşîra Şemer, Himêdî Deham El Hadî El Cerba roja pêncşema borî li Başûrê Kurdistanê di encama nexweşiyekê de jiyana xwe ji dest da û roja îna borî cenazeyê wî li gundê wî Til Elo yê Qamişlo hat oxirkirin.

 (mh)

ANHA