Foza Yûsif: Gelê me dê li qada be û bi gerîla re têkoşînê geş bike

Foza Yûsif êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li djiî gerîla şermezar kirin û diyar kir ku hemû pêkhateyên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi ruhê seferberiyê ji bo azadî, rûmet û wekheviyê, her tim li qadan bin û têkoşîna li kêleka gerîla geş bikin.

Foza Yûsif: Gelê me dê li qada be û bi gerîla re têkoşînê geş bike
13 mijdar, 2022   11:12
​​​​​​​QAMIŞLO

Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif li Yarîgeha Şehîdn 12`ê Adarê ji girseya ji bajar û navçeyên cuda yên herêma Cizîrê re wiha axivî: "Ey gelê me yê berxwedêr, îro bi navên gelên neteweya demokratîk em li dijî dewleta Tirk a barbar li bajarê Qamişlo kom bûne. Dewleta Tirk bi şerê xwe siyaseta qirkirinê dimeşîne û di şerê xwe yê derexlaqî yê li dijî gel de çekên kîmyewî bi kar tîne."

Foza Yûsif bi van gotinan xîtabî dewleta Tirk a dagirker û hêzên navneteweyî yên hevalbendên wê kir: "Çekên we yên qirêj dê nikaribin dawî li îrade û berxwedana gelên azad bîne. Hêza gelan, jina azad û hêza gerîla ji çekên we mezintir e."

Foza Yûsif her wiha bal kişand ser vê yekê ku rejîma Sedam Hisên hewl da bi çekên kîmyewî gelê Kurd li Helebceyê qir bike, Erdogan jî îro dixwaze van komkujiyan dubare bike û got: "Lê belê dê nikaribe îradeya azad a vî gelî têk bibe."

Foza bêdengiya hêzên navneteweyî û helwesta wan li hember komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd şermezar kir û got: "Hûn bi helwesta xwe êrişên Tirkiyê yên li dijî gelê me rewa dikin. Gelê me dixwaze bi azadî li ser axa xwe bijî. Em mafên xwe, gelê xwe û xaka xwe diparêzin. Bêdengiya we ne exlaqî ye. Bi navê gelan em bêdengiya we û paşguhkirina sûcên dewleta Tirk a faşîst şermezar dikin."

Foza Yûsif ji bo Kurdên ku destê xwe kirine destê dagirkeriya Tirk jî wiha got: "We maskeyên ku ji gerîla diçûn desteser kirin, hûn bi wê yekê serbilind bûn jî."

Foza ev bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê kir: "Werin, guh bidin dengê gelan. Îro gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê li dora şehîd û nirxên xwe kom bûye. Werin tev li mesa rûmetê bibin. Hevkariya we bi dagirkeriyê re me lawaz dike, dijminên me bi hêz dike."

Foza tekez kir ku gerîla di şerê li dijî dagirkeriya Tirk de ne bi tenê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ew rûmeta me ne, rûmeta gelan ji hovîtiya DAIŞ`ê û hemû komên din parastin. Ev gel li vir kom bûne da ku bêjin ew bi azadiyê re ne, bi siberojê re ne ku dê mafên hemû gelan û mafên jinan misoger bike."

Foza Yûsif bi domdarî got: "Bila dijminên me baş zanibin ku bi bikaranîna çekên kîmyewî dê nikaribin mesa azadiyê bidin rawestandin. Dê têkoşîna ji bo azadiyê raneweste. Ev gel bi ciwan û jinên xwe dijbêje ku dê tol ji vê barbariyê bê hilanîn, em ê li hember vî şerê qirêj ê neexlaqî rûmeta xwe biparêzin."

Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana bêhempa ya gerîlayên li çiyayên Kurdistanê û got: "Gelê me yê Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû pêkhate dê bi ruhê seferberiyê ji bo azadî, rûmet û wekheviyê, her tim li qadan bin. Dê têkoşîna li kêleka gerîla mezin bikin."

ANHA