NADAʹyê ji OPCWʹyê xwest ku êrişên kîmyewî lêkolînê bike

Hevbendiya NADAʹyê bang li rêxistinên jinan û hêzên demokratîk kir ku li hember êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê helwestekê nîşan bidin. Her wiha bang li OPCWʹyê kir ku êrişên kîmyewî lêkolîn bike.

NADAʹyê ji OPCWʹyê xwest ku êrişên kîmyewî lêkolînê bike
13 mijdar, 2022   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevbendiya Demokratîk a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê (NADA) têkildarî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyanî da.

NADAʹyê got: “Em piştgiriyê xwe ji bo nameya Însiyatîfa li dijî Dagirkirin û Qirkirina Jinan a ji bo Ewlehî û Aştiyê radighînin. Her wiha piştgiriyê didin hemleya jinên iraqî ya ji bo qedexekirina qada asîmanî ya Iraqê li hemberî Tirkiyê û rawestandina êrişên wê yên dijminane yên li ser serdestiya Iraqê."

NADAʹyê diyar kir ku divê komîteyeke navneteweyî ya serbixwe û pispor were avakirin da ku mijara bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Başûrê Kurdistanê lêkolîn bike. Her wiha destnîşan kir ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê rê bidin ku rojnamevan û kesên têkildarî biçin cihê bûyerê û erkên xwe bi cih bînin.

NADAʹyê her wiha di daxuyaniya xwe de bang li OPCW`yê kir ku şandeyeke pirspor bişîne da ku çekên kîmyewî yên qedexekirî yên dewleta Tirk bi kar tîne lêkolîn bike û li gorî encamên wê hesab ji berpirsan bê pirsîn û bên darizandin.

NADAʹyê bang li hemû rêxistin û tevgerên jinan û hêzên demokratîk ên li herêmê û cîhanê kir ku helwesta xwe li hember sûcên şer û yên dijî mirovahiyê yên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, nîşan bide û li hember zulmkeran bisekine.

Tê destnîşankirin ku Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkirî  û Qirkirina Jinan a ji bo Aştî û Ewlehiyê di 22`yê Cotmehê de nameyek ku ji OPCW, Desteya NY, rêxistinên navneteweyî û aliyên herêmî yên têkildarî re şandibû, belav kir.  Di nameyê de hat gotin: ʹʹGumanên hene ku dewleta Tirk di êrişê xwe de çekên kîmyewî yên wekî bombeyên nukleerî û fosforê li dijî Başûrê Kurdistanê bi kar tîne."

Însiyatîfê di nameya xwe de ji ber encamên xetere yên van çekan li ser sivîlan li gund û herêmên Başûrê Kurdistanê û şervanên Kurd hişyarî dabû.

(şx)