Li dijî sûcên Tirkiyê bi sedhezaran kes li Yarîgeha Şehîdên 12`ê Adarê kom bûne

Bi sedhezaran xwepêşandêrên ji pêkhateyên cuda yên herêma Cizîrê li Yarîgeha Şehîdên 12`ê Adarê li bajarê Qamişlo kom bûne û bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gerîla şermezar dikin.

Li dijî sûcên Tirkiyê bi sedhezaran kes li Yarîgeha Şehîdên 12`ê Adarê kom bûne
13 mijdar, 2022   09:10
QAMIŞLO

Xwepêşandêrên ji sê baskan (Çerxerêya Siyahî, Nexweşxaneya Ferman, Mizgefta Qasimo) dihatin, gihaştin Yarîgeha Şehîdên 12`ê Adarê.

Bi sedhezaran şêniyên kantonên Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizîrê yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û Ermen beşdarî xwepêşandanê bûne. Xwepêşandan bi dirûşma "Bi îradeya gelan û gerîla em ê çekên kîmyewî, dagirkerî û xiyanetê têk bibin" tê lidarxistin.

Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, gerîlayên ku bi êrişên kîmyewî li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, alên PKK`ê û alên rêxistinên siyasî û civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind kirine.

Girseya gel bênavber dirûşmeyên "Bijî gerîla" qîr dikin û êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li djiî gerîla û gelê Kurd şermezar dikin. li Yarîgeha Şehîdên 12`ê Adarê dê bi navê Partiya Yekitiya Suryan, pêkhateya Ereb û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin bên kirin.

Piştre dê Koma "Awazên Çiya" ya hunerî jî stranan pêşkêş bike.

ANHA