Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Nêçîrvan Hibo

Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Nêçîrvan Hibo û soza şopandina rêça şehîdan da.

Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Nêçîrvan Hibo
12 mijdar, 2022   13:22
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Qamişloyê, endamên saziyên sivîl, nûnerên ji partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da konê sersaxiyê ya şehîd Nêçîrvan Hibo. Konê sersaxiyê li pêş mala şehîd a li taxa Hîlaliyê ya Qamişloyê hate vegirtin.

Nêçîrvan Hibo şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn e, di 31′ê Cotmehê de dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû.

Di merasîma sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Elî Sedon axivî û wiha got: "Em bejna xwe li hember fedekariyên şehîdan ku canê xwe di oxira parastina welat û gel de daye, ditewînin."

Sedon wiha domand: "Ji ber dagirkeriya Tirk di pêkanîna armancên xwe de bi bin ket, çekên kîmyewî li dijî me bi kar tîne."

Li aliyekî din jî endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li gundê Girbawî Ehmed Mecîd bixêrhatina beşdaran kir û sersaxî da malbata şehîd û wiha got: "Îro bi saya şehîdan em gihaştine vê qonaxê."

Mecîd da zanîn ku gelê Kurd serê xwe li pêş dijmin netewand û natewîne jî. Ji ber wê dagirkeriya Tirk hewl dide Kurdan tune bike.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a QSD′ê Mihemed Zêdan jî axivî û wiha got: "Em hemû şehîdên azadî û rûmetê bi bîr tînin û bejna xwe li hember fedekariyên wan ditewînin. Em soz didin şehîdan heta pêkana armanca wan a avakirina civakeke azad û demokratîk li ser şopa wan bin."

Dûre endamê PYD′ê Ebduselam Ebdo helbest li ser şehîd xwend, tê de li ser lehengiya şehîdan û berxwedana rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê axivî.

Her wiha li ser navê Meclisa Yekitiya Demokratîk li taxa Hîlaliyê Semîre Mihemed wiha got: "Bêdengiya navneteweyî nîşaneya beşdariya wê di sûcên dewleta Tirk a dagirker de ye."

Semîre diyar kir ku dijmin wan yek e û hemû rê û sûcan li dijî wan bi kar tîne, lê di her qonaxê de ew bi ser dikevin.

Li aliyekî din jî apê şehîd Nêçîrvan, Beha Hibo soza şopandina rêça şehîdan heta pêkanîna serkeftin û azadiyê da.

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd Nêçrîvan Hibo bi dawî bû.

(fr)

ANHA