Cenazeyê şêx Himêdî Deham El Hadî hat veşartin

Cenazeyê Şêx Himêdî Deham El Hadî ji aliyê bi hezaran kesî ve li gundê wî Til Elo yê kantona Qamişlo hat veşartin.

Cenazeyê şêx Himêdî Deham El Hadî hat veşartin
Cenazeyê şêx Himêdî Deham El Hadî hat veşartin
Cenazeyê şêx Himêdî Deham El Hadî hat veşartin
Cenazeyê şêx Himêdî Deham El Hadî hat veşartin
Cenazeyê şêx Himêdî Deham El Hadî hat veşartin
Cenazeyê şêx Himêdî Deham El Hadî hat veşartin
Cenazeyê şêx Himêdî Deham El Hadî hat veşartin
11 mijdar, 2022   15:25
QAMIŞLO

Hevserokatiya Herêma Cizîrê û şêxê Qebîleya Şemer Himêdî Deham El Hadî duh (Pêncşemê) li Başûrê Kurdistanê di temenê xwe yê 86 wefat kir. Cenazeyê şêx Himêdî Deham El Hadî li deriyê sînor ê Sêmalkayê bi girseyî hat pêşwazîkirin û bi kerwanekî ber bi gundê Til Elo ve bi rê ketin.

Şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên herêma Cizîrê, oldar, şervan û fermandarên QSD, Hêzên Ewelariya Hundirîn, endamên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, tevî bi dehan şêniyên herêmê beşdarî merasîmê veşartina cenaze bûn.

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê tev li merasîmê bû. Şande ji hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telet Yûnis, cîgira wî Ahîn Siwêd, hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb, hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat, hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê Reşa Ebas, cîgira hevserokatiya Desteya Diravî Nadiya Yûsif û hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Afram Îshaq pêk dihat.

Li gundê Til Elo piştî nêrîna dawî ya li cenaz, şervanên Hêzên Senadîd cenaze li ser wesyeta wî li qada qesra wî spartin axê.

Taziye wê 3 rojan li qesra wî ya li gundê Til Elo were qebûkirin.

ANHA