Artêşa Tirk gundên Zirganê topbaran dike

Gundên başûrê navçeya Zirganê bi dijwarî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tên topbarankirin.

Artêşa Tirk gundên Zirganê topbaran dike
11 mijdar, 2022   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundên Til Werd, Rebîat û Xirbe Şeyîr ê dikevin başûrê navenda navçeya Ziganê ya kantona Hesekê bi dijwarî topbaran dike.

Heta niha zêdetirî 14 guleyên obîs û hawnan li gundê Til Werd ketine.

Agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

ANHA