Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo sersaxiya Şêx Himêdî Deham peyamek da

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser wefata hevserokê herêma Cizîrê şêx Himêdî Deham El Hadî peyameke sersaxiyê weşand.

Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo sersaxiya Şêx Himêdî Deham peyamek da
11 mijdar, 2022   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi boneya koça dawîn a hevserokê herêma Cizîrê, şêx Himêdî Deham El Hadî peyamek sersaxiyê da.

Di peyamê de hate gotin: “Şêx Himêdî yek ji wan kesan bû ku di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de, bi hemû derfetên xwe û eşîra Şemer ji bo rizgarkirina êzidiyan ji qirkirinê, mil bi milê şervanê YPG û YPJ’ê seferber bûbû. Rolek wan ya sereke hebû di rizgarkirina xelkê me de. Civaka êzidî yek ji dostên xwe ên giran ji dest da. Em bi navê gelê Şengalê sersaxî ji malbata Şêx Himêdî Deham El Hadî, Rêveberiya Xweser ya Rojava û tevahiya eşîra Şemer re dixwazin.”