Tundiya navmalî ya li Sûriyê û rewşa Lîbya û Lubnanê rojevên rojnameyên erebî bûn

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da zêdebûna sûcên navmalî li Sûriyê û rewşên Lubnan û Lîbyayê.

Tundiya navmalî ya li Sûriyê û rewşa Lîbya û Lubnanê rojevên rojnameyên erebî bûn
10 mijdar, 2022   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ZÊDEBÛNA SÛCÊN NAVMALÎ; TUNDÎ CIVAKA SÛRIYÊ DIXWE’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: "Kêmbûna şer li qadeke berfireh a Sûriyê jî nebû sedem ku rêjeya tundiya civakî kêm bibe. Lê belê hemû nîşane diyar dikin ku ev diyarde û rengên wê zêdetir bûne. Ji sedemên wê yekê, rewşên aborî û jiyanî ye ku hişt beşeke mezin a civakê li gorî şert û mercên heyî xwedî reftarên dijminane bin.

Zêdebûna hejmara sûc û bûyerên tundiyê di asteke neasayî de, encama şerekî ye ku ji aliyê penaber û koçberên xwe ve bênimûne ye. Ruxmî ku 12 sal di ser vî şerî re derbas bûn jî, lê belê hîna parçebûna civakî û ya eniyên leşkerî û aborî li ser gelek îhtîmalan vekirî ye.

Lê belê dema ku ew sûc navmalî bin, mînak; bav zarokên xwe û piştre xwe bikuje, yan jî nevî dapîra xwe bikuje, yan jî dayik û zarokên xwe xwediyê malê bikujin, an jî zarok bi destê dê û bavên xwe bên kuştin, ev tê wateya ku xetereyê sînor derbas kiriye.

Bi kêmbûna şer li qadên berfireh ên Sûriyê re, berovajî texmînan rêjeya tundiya civakî kêm nebû. Lê belê li gorî daneyên fermî rêjeya wê bi awayekî berbiçav zêdetir bûye. Li gorî daneyan, di 8 mehên destpêkê yên sala borî de 366 sûcên kuştinê pêk hatine, her wiha nêzî 157 bûyerên xwekuştinê.

Li gorî statîstîkên malpereke şopandina sûcan li ser asta cîhanê, Şam di rêza 39’an a bajarên cîhanê de ye ku sûc lê zêde tên kirin. Li gorî daneyan rêjeya pêkanîna sûcan ji sedî 67.9 û rêjeya ewlehiyê jî ji sedî 32 ye. Ya balkêş ew e ku gelek sûc navmalî bûn.

Serokê berê yê Desteya ya Kar û Barên Malbatê Sûriyê Ekrem El Qeş dibêje: "Faktora aborî sedema sereke ya hemû reftarên negatîf e. Şerê Sûriyê jî di zêdekirina tundiyê de roleke mezin lîst û bandor li gelek aliyan kir, bi taybet aliyê aborî."

‘LÎBYA; PARLAMENTO Û DEWLET DÊ HEFTEYA BÊ BINGEHA DESTÛRÊ GOTÛBÊJ BIKIN’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El Itîhad a Îmaratê wiha nivîsî: "Li gorî endamê parlamentoya Lîbyayê Ehmed El Şarif, endamên meclisa parlamentoyê û meclisa dewletê yên Lîbyayê dê roja yekşema bê li bajarê Sirtê bicivin da ku li ser bingeha destûrî ya ji bo lidarxistina hilbijartinên serokatiyê û yên zagonsaz şêwirê bikin. Ew jî dê rojekê beriya civîna fermî ya parlamentoya Lîbyayê ya li wî bajarî be. El Şarif amaje bi wê yekê kir ku dosyaya erkên serweriyê yek ji dosyayên herî girîng e ku di civîna Sirtê de tê gotûbêjkirin. Her wiha tekez kir ku parlamentoyê navên ku ji bogirtina peywiran hatine pêşniyarkirin berî nêzî salekê radestî meclisa dewletê kiriye. Wî bal kişand ser wê yekê ku parlamento li bendê ye ku meclisa dewletê ji bo karê her peywirekê 3 namzetan pêşniyar bike da ku parlamento biryarê bide ka dê ji nav her sê namzetan kîjan were hilbijartin.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Lîbyayê Abdullah Batîlî dê di rojên pêş de serdana bajarên başûrê Lîbyayê bike û li ser rêyên çareseriyê guhdariya pêşengên civakî û siyasî yên bajêr bike.

Endamê parlamentoya Lîbyayê tekez kir ku li başûrê Lîbyayê qeyranên li pey hev hene û pêwîstiya wan bi çareseriyeke lezgîn heye. Her wiha pesnê rola hêzên çekdar ên Lîbyayê di salên borî de yên ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê li herêma Fezzanê da. Di heman demê de tekezî li ser piştgiriya xelkê başûr kir, ji bo ku di zûtirîn demê de hilbijartinên serokatî û qanûnî bi awayekî hemwext bên lidarxistin."

‘HILBIJARTINA SEROKKOMARÊ LUBNANÊ; DIRÊJKIRINA ŞANOYA ASTENGKIRINÊ’

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Tê payîn ku parlamentoya Lubnanê di civîna xwe ya 5`emîn de ku îro ji bo hilbijartina serokkomar tê lidarxistin, şanoya astengkirina hilbijartina wî dirêjtir bike.

Xitimîna asoyan li pêşiya hilbijartina serkokî nû û şert û mercên navneteweyî, tunebûna têkiliyan di navbera hêzên mezin ên Lubnanê de nahêlin ew li ser serokekî li hev bikin.

Çavkaniyekî ji opozîsyonê Hizbullah tawanbar kir ku ne hazir e serokkomar hilbijêre û civînên parlamentoyê asteng dike da ku rê li pêşiya hevalbendê xwe Îranê veke ji bo ku şertên xwe di dosyayên têkildar de bi pêş bixe heta bigihêje destpêkirina dan û standinan di dosyaya nukleerî de.”