​​​​​​​Generalekî amerîkî: Hejmara kuştî û birîndarên Rûsyayê gihaşt 100 hezarî

Serokê Fermandariya Giştî yê DYA'yê Orgeneral Mark Milley got di şerê Ukraynayê de Rûsyayê zêdetirî 100 hezar kuştî û birîndar dane. Xisara artêşa Ukraynayê jî di heman astê de ye.

​​​​​​​Generalekî amerîkî: Hejmara kuştî û birîndarên Rûsyayê gihaşt 100 hezarî
10 mijdar, 2022   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Generalê amerîkî Mark Milley li Economic Club a New Yorkê got, zêdetirî 100 hezar leşkerên Rûsyayê di şerê li Ukraynayê de mirine yan jî birîndar bûne.

Milley anî ziman ku li aliyê Ukraynayê jî "dibe ku rewş di heman astê de be. "

Cara yekê ye ku Washington agahiyên ew çend zelal parve dike. Rayedarê leşkerî yê amerîkî ji bo bidawîbûna şer hêviya xwe ya ji bo dan û standinan anî ziman ku serketina leşkerî dibe ku ne ji bo Rûsyayê ne jî ji bo Ukraynayê pêkan be.

General Milley got: "Divê her du alî qebûl bikin ku serketina leşkerî bi rêya leşkerî bi dest nakeve û ji ber vê yekê berê xwe bidin rêyên cuda. Ji bo dan û standinan firsendek heye."

Ev daxuyanî piştî wê bûyerê hate dayîn ku Rûsyayê ferman da yekîneyên xwe ji bajarê Hersonê yê li başûrê Ukraynayê vekişin. Vekişîna ji Hersonê ji bo Rûsyayê wek derbeke giran hate nirxandin. Lê belê Ukrayna bi fikar nêzî rewşê dibe û diyar dike ku Rûsya bêyî şer bike xwe ji vî bajarê stratejîk venakişîne. Li gorî serokê DYA'yê Joe Biden jî vekişîna Rûsyayê nîşaneya 'pirsgirêkên rasteqîn' a li qada şer e.