MSD: Daxuyaniyên wezîrê Karên Derve yê Swêdayê cihê şoqmayîn û hêrsê ne

MSD′ê da zanîn ku daxuyaniyên Wezîrê nû yê Karên Derve yê Swêdayê Tobias Bellstrom li ser nedestekdayîna welatê wî ji Kurdên li Sûriyê re ku hemwextî salvegera 8′an a Roja Kobanê ya Cîhanê hatin cihê şoqmayîn û hêrsê ne.

MSD: Daxuyaniyên wezîrê Karên Derve yê Swêdayê cihê şoqmayîn û hêrsê ne
9 mijdar, 2022   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî daxuyaniyên hikumeta Swêdayê ku dijî nirxên Swêdayê û li dijî çanda civaka wê ne daxuyaniyek da û wiha tê de hate gotin: "MSD′ê daxuyaniyên hikumeta Swêdayê yên dawî ku li ser zimanê wezîrê Karên wê yên derve hatine bi fikar şopandin. Ji ber ev daxuyanî dijberî nirxên Swêda û li dijî çanda civaka wê ne.

MSD′ê bi hemû pêkhateyên wê yên siyasî eşkere kir ku çareserkirina krîza siyasî li ser bingeha biryara navneteweyî ya 2254′an e, lê ev daxuyanî ku hemwextî salvegera 8′an a Roja Kobanê ya Cîhanê hatin cihê şoqmayîn û hêrsê ne. Ji ber ku berxwedana ku li Kobanê pêk hatiye, bû sedema qelskirin, şerkirin û bersivdana rêxistinên terorîst, ji wan jî rêxistina DAIŞ′ê ku ji kesekî neditirsî, ji ber Enqere destekê ji aliyên perwerde û perspektîfê de dida wê, da ku herêmên Sûriyê di demên destpêkê yên krîza Sûriyê de dagir bike. Em teqez dikin ku ev têkiliya di navbera Enqere û van rêxistinan de li ser hikumeta Swêdayê ne veşartîbûn.

Em ji Sêwda bi gel û hikumeta wê re teqez dikin ku berxwedana sûriyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçeyek girîng ji erdnîgariya Sûriyê ye ku ewlehî û îstîqrar li hemû cîhanê pêk anî. Ji ber wê erka hikumeta Swêdayê ye ku helwestekê li ser nirxa mirovî nîşan bide. Hikumeta Swêdayê dizane ku YPG, YPJ û QSD′ê 35 hezar ji şehîd û birîndaran de da.

Sêwd ne lawaz e ku bikeve bin şantajên dewleta Tirk û heta vê kêliyê neçar nebû ku tawîzan bike. Lawazbûna demokrasî û serweriya hêmanên qanûnê ji bo razîkirina dîktatoriyê ye û îdiayên xwe yên derew eşkere kirin.

Em bang li gelê Swêdayê dikin li hember van helwestan bisekinin, ji ber ku ev di demekê de hate ku MSD′ê demokrasiyê pêk tîne û destekê dide her gavekê ku ewlehî û serweriya Swêdayê geş dike. Em bang li gelê Swêd, tevahî partiyên wê, hêzên wê yên demokratîk, rêxistinên civaka sivîl ên Swêdayê û saziyên wê yên hiqûqî dikin ku li hember van helwestan bisekinin û van biryaran têk bibin; ji ber ku ev tenê gavên destpêkê yên ketina bin şantaja dîktatoriya dewleta Tirk e û gaveke ku bi demên dirêj zirarê digihîne Swêdayê.

Em bang li gelê Sûriyê û hêzên wê yên demokratîk dikin ku van nêzîkatiyên hikumeta Swêdayê red bikin û destekê bidin QSD′ê ku li hember hemû xeteriyan bisekinin."

Wezîrê Karên Derve yê Swêdayê di 5′ê Mijdarê de li ser nepiştgiriya welatê wî ji Kurdên li Sûriyê re daxuyanî da, ew yek jî di demekê de hate ku Swêda hewl dide erêkirina dewleta Tirk a li ser tevlêbûna li NATO′yê qezenc bike.

Di heman demê de Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî mixabîneya xwe li ser daxuyaniyên wezîrê Karên Derve yê Swêdayê re anî ziman û gotibû: "Mixabin ev daxuyaniyên wezîrê Swêdayê bi sedema têkiliya bi dewleta Tirk re û hevkariya bi wê re da ku dewleta Tirk li ser tevlêbûna Swêda ji NATO′yê re razî bibe pêk tên."