Li Tebqayê kargeha dermanan hate vekirin

Bi armanca dabînkirina dermanên tune û pêkanîna pêdiviyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dermanan yek ji welatiyên Tebqayê kargeha çêkirina dermanên avî (vexwarina şil) weke gava destpêkê vekir û dê di demên pêş de jî heban jî çêke.

Li Tebqayê kargeha dermanan hate vekirin
Li Tebqayê kargeha dermanan hate vekirin
Li Tebqayê kargeha dermanan hate vekirin
Li Tebqayê kargeha dermanan hate vekirin
Li Tebqayê kargeha dermanan hate vekirin
Li Tebqayê kargeha dermanan hate vekirin
Li Tebqayê kargeha dermanan hate vekirin
Li Tebqayê kargeha dermanan hate vekirin
Li Tebqayê kargeha dermanan hate vekirin
Li Tebqayê kargeha dermanan hate vekirin
9 mijdar, 2022   04:31
TEBQA-SELAM KÊREWAN

Ji ber dorpêça li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmê bi awayekî mezin buhaya derman bilind bû û ji herêmên din tên dahatûkirin. Lê bacên gumrikê li ser tên dayîn. Heman wextî û ji bo pêkanîna xwetêrkirina ji dermanên avî meha borî li gundê Widyan ê Tebqayê kargeheke dermanan hate vekirin.

Ji ber hêsanbûnên ku Komîteya Aborî ya Tebqayê pêşkêş dike û li herêmê vekirina kargehan teşwîq dike, dermanfiroş Eymen Hemadî Kargeha Laght Farma ya çêkirina dermanên avî vekir. Ev kargeh li er asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya duyemîn e.

Ji aliyê xwe ve jî Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê sotemeniyê bi awayekî dorveger dide kargehê

Ji bo naskirina xebata kargehê, ajansa me bi xwediyê kargehê Eymen Hemadî re hevdîtinek çêkir. Hemadî wiha got: "Armanc ji vekirina kargehê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dabînkirina derman û daxistina li sûkan e ku pêdiviyên sûkan werin peydakirin. Ew jî piştî girtina deriyên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bihabûna kel û pelan li herêmê ye."

Hemadî wiha domand: "Ji ber girtina deriyan gelek derman qut bûn û di encamê de bi sedema anîna dermanan ji derve bi lêçûnên mezin bihayên wan zêde bûn. Em hewl didin derman bi bihayeke guncaw ku kêmî yên tên dahatûkirin, dabîn bikin."

Her wiha Hemadî ev tişt anî ziman: "Kargeh dermanên avî (vexwarina şil) çêdike; êş, daxistina germa, serma, serêş, anemiya, kuxik û veriş. Rojane kargeh 5 hezar qutiyên dermanên avî çêdike û plana pêşxistina 3 cureyên din di demên pêş de heye."

Hemadî wiha pê de çû: "Madeyên destpêkê di çêkirina vexwarinên şil de tên bikaranîn ji Hindistanê tên dahatûkirin, kalîte û çalakbûna wê ji mezexêran re hate îsbatkirin. Li ser kargehê kadroyên tibî yên ji du laboratuweran, bijîşk, 35 karkerên xwedî pisporiyên bilind, dixebitin."

Li ser mekanîzmeya amadekirina derman Hemadî ev tişt got: "Ji qonaxa xezaneyên amadekirinê ji dermanan re bi du xezaneyan dest pê dike; xezaneya amadekirinê û xezaneya komkirinê. Piştre dikeve alaveke dagirtinê, dûre derbasî alava leziqandin û pêçandinê dibe û dikeve hucreyê heta tê analîzekirin û dikeve depoyan."

Li dawiyê Eymen Hemadî wihagot: "Kargeh pêdiviyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dabîn dike. Li gel me wekîlên belavkirinê li Minbic, Reqa, Tebqa, Dêrazor, Hesekê û Qamişloyê hene."

(fr)

ANHA