​​​​​​​Meclisa Seroketiya MSD’ê: Divê diyaloga sûrî-sûrî bê çalakkirin

Meclisa Seroketiya MSD’ê diyar kir ku divê diyaloga sûrî-sûrî bê çalakkirin û piştgiriya rêyan bikin ku dengê sûriyan dike yek.

​​​​​​​Meclisa Seroketiya MSD’ê: Divê diyaloga sûrî-sûrî bê çalakkirin
8 mijdar, 2022   18:57
HESEKÊ

Îro Meclisa Seroketiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di civîneke xwe ku li Hesekê li dar xistiye de, geşedanên siyasî yên li ser asta herêmê, cîhanê û bandorên wan li ser rewşa Sûriyê nîqaş kirin.

Malpera fermî ya MSD’ê bi nûçeyekê lidarxistina civînê ragihand û tê de da xuyakirin ku hemû pêkhateyên siyasî yên meclisê teqezî bi girîngiya diyalogê û pêkanîna aştiyê kirin. Her wiha destnîşan kirin ku diyalog rêya yekane ya çareserkirina hemû doz û pirsgirêkên navneteweyî û xwecih e, nexasim kirîzên ji ber şerê li Ewropa, Sûriyê, Îran û seranserî Rojhilata Navîn, li dar in.

Li gorî malperê, di civînê de çareseriya siyasî ya sûrî, hat nîqaşkirin û her wiha destnîşankirin civînên ji bo dosyaya Sûriyê dihatin lidarxistin rawestiyane yan jî bi bin ketine ji ber serhişkiya aliyên şer û tunebûna vîneke navneteweyî ya cidî ku gelê Sûriyê ji aloziyê xilas dike.

Di encama binketina hewldanên çareseriyê de, Meclisa Seroketiya MSD’ê bang kir ku xwedî li nêzîkatiyên nîştimanî yên avaker û diyalogên sûrî-sûrî bê kirin ku di vî warî de gelek gav hatin avêtin û ji aliyê beşeke berfireh a gelê Sûriyê ve tê pejirandin.

Girêdayî wê yekê jî, Meclisa Seroketiya MSD’ê piştgiriya xebatên li Stockholmê tên kirin û lidarxistina kongreya hêz û kesayetên demokratîk kir da ku çareseriyeke demokratîk ppêk were û rola sûriyan di çareserkirina dozên xwe de beyî dûrxistin xurttir bibe.

Her wiha di civînê de zehmetiyên aborî û gefên li dijî herêmê hem ên ji aliyê rêxistinên terorîst û desthilatiyên zordest ve, hem jî yên ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatin gotubêjkirin ku bi rêya sîxur û balafirên bêmirov ên biçek heta niha êrişên xwe yên li dijî herêmê didomîne.

Di civînê de hevdîtinên ku MSD’ê bi rêya nûnertî û nivîsgeha têkiliyan bi hêzên bandor û aliyên dîplomasî re hatin nirxandin ku bi armanca dîtina çarseriyên kêrhatî ji aloziyê re û pêkanîna hêviyên gelê Sûriyê li dar xistin.

Li gorî malperê di dawiya civînê de gelek biryar hatin girtin:

-Piştgiriya xeta Stockholmê û lidarxistina Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk.

-Çalakkirina diyaloga hundirîn di navbera pêkhateyên herêmê de.

-Pêşxistina aliyê dîplomatîk li gor doza gelê sûrî.

-Amadekariyên lidarxistina Kongreya Giştî ya MSD’ê.

(mh)

ANHA