​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê şehîd Mîtan Şoreş oxir kir

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê beşdarî merasîma şehîd Mîtan Şoreş bûn û soza şopandina rêya şehîdan heta têkbirina dagirkeriya Tirk û pêkanîna serkeftinê da.

​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê şehîd Mîtan Şoreş oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê şehîd Mîtan Şoreş oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê şehîd Mîtan Şoreş oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê şehîd Mîtan Şoreş oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê şehîd Mîtan Şoreş oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê şehîd Mîtan Şoreş oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê şehîd Mîtan Şoreş oxir kir
8 mijdar, 2022   15:16
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê cenazeyê şehîd Kemal Mihemed Elî (Mîtan Şoreş) ku di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk di 6′ê Mijdarê de li Qamişloyê şehîd bûbû, oxir kir.

Merasîma oxirkirinê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê dest pê kir. piştre li ser nave Meclisa Malbatên Şehîdan Şêro Mihemed sersaxiya malbata şehîd xwest û wiha got: "Dagirkeriya Tirk êriş û komkujiyên dermirovî dewam dike. Divê em gel tê bikoşîn û li ser rêya şehîdan bin."

Piştre li ser nave Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê yek fermandar Nezîr Sofî Ebdullah bêdengiya civata navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û wiha got: "Dewleta Tirk li hember çavên hemû cîhanê çêkên kîmyewî bi kar tîne."

Ebdullah soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftin û têkbirina dagirkeriyê da û wiha gotina bi dawî kir: "Divê em bi yek destî û gava bi gav fikir û felsefeya rêberê xwe pêk bînin. Em ê li ser şopa şehîdan heta têkbirina dagirkeriya Tirk û pêkanîna serkeftinê bin."

Xalê şehîd, Amir Beşar Ehmed li ser navê malbata şehîd axiv û wiha got: "Em ji dewletên ku îdia dikin ku parastina mafên mirovan dike û li hember sûcan bê deng in hûn di vê yekê de û di şerê dermirovî de hevkar in."

Ehmed got ew ê li ser şopa şehîdan bin û di oxira welat û gel de fedekariyê bikin.

Li dawiyê Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehîd radestî malbatê kir û şehîd di nava tilîliyên dayikan de spart axê.

(fr)

ANHA