​​​​​​​Eşîrên Ereb ên Şehbayê li dijî êrişan banga hevgirtinê li pêkhateyan kir

Rûspiyên eşîrên Ereb ên kantona Şehbayê li dijî êriş û komployên li ser herêmê banga hevgirtinê li pêkhateyan kir û got, ʹʹEm ê li hemberî ti êrişan bêdeng nemînin."

​​​​​​​Eşîrên Ereb ên Şehbayê li dijî êrişan banga hevgirtinê li pêkhateyan kir
8 mijdar, 2022   03:29
ŞEHBA

Di encama nêzîbkûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê ya bi sponseriya Rûsyayê de, êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê zêdetir bûn û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) Efrîn kontrol kir, her wiha hikumeta Şamê ambargoya li ser kantona Şehbayê girantir kir.

Li hemberî van êriş û polîtîkayan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê asta berxwedanê bilindtir kirine.

Di vê çarçoveyê de, rûspiyên eşîrên Ereb ên Şehbayê bang li hemû pêkhateyan kirin li hemberî plan û polîtîkayên hêzên serdest bi taybet ên dewleta Tirk a dagirker, hevgirtina xwe xurt bikin.

Rûspiyê eşîra El Bûxemîs, şêx Elî El Xemîsî diyar kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî  û binpêkirinên li dijî gelan, her wiha bicihkirina Cebhet El Nusra li wan deveran, ji bo hilweşandin û tunekirina nasnameya herêmê û dagirkirina xaka Sûriyê ye.

Şêx Elî El Xemîsî wiha lê zêde kir: "Em weke eşîrên Ereb û hemû pêkhateyan,  mil bi mil bi hevgirtina xwe li hemberî komploya ku li dijî me tê kirin, li ber xwe didin. Em ê li hemberî ti êrişan bêdeng nemînin."

Ji aliyê xwe ve rûspiyê eşîra El Bobena, şêx Menan Xelîl jî got ku hemû pêkhate û eşîrên Ereb û Kurd li hember komplo û êrişên rojane yên li ser welat, yek dest in.

Xelîl destnîşan kir ku hêzên tarî, komên çete û alîgirên wan wê nikaribin îradeya gelên azadîxwaz  ên ku ji bo rizgarkirina herêmên xwe bênavber dixebitin, têk bibin.

Rûspiyê eşîra El Bobena, şêx Menan Xelîl wiha bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir: "Ji bo ku destên veşartî nikaribin aramî û aştiya herêmê têk bibin, nakokiyan di navbera pêkhateyên wê de derxînin û gel li dijî rêveberiya wî rakin, divê em bibin yek û bi hêz li hember wan bisekinin."

(hs)

ANHA