Hemîd El Ebid: Siyasetên dewleta Tirk ewlehî û aştiya cîhanê dixin xetereyê

Hevserokê Meclisa kantona Girê Spî Hemîd El Ebid hişyarî da ku ji ber siyastên dewleta Tirk a careke din teror li herêmê zindî bibe û got, siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên dagirkirî ewlehî û aştiya cîhanê dixin xetereyê.

Hemîd El Ebid: Siyasetên dewleta Tirk ewlehî û aştiya cîhanê dixin xetereyê
8 mijdar, 2022   00:47
EYN ÎSA

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El Ebid têkildarî encam û bandorên bicihkirina çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra) li kantona Girê Spî ji ANHAʹyê re axivî.

Hemîd El Ebid diyar kir çeteyên Heyet Tehrîr  El Şam di çarçoveya plana Tirkiyê ya bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê de  derbasî xaka Girê Spî bûn û got: "Armanca dewleta Tirk ji vê yekê ew  e ku gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixwe, ewlehî û istiqrara herêmê têk bibe, nemaze piştî ku rewş û rastiyan îsbat kir ku herêmên me di salên dawî de li hemberî siyasetên qirkirin û êrişên domdar ên li ser gund û herêmên li eniyên li beramberî dijminê Tirk bûne mertal."

El Ebid da zanîn ku dewleta Tirk ji belavkirina çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li herêmê armanc dike ku van çeteyan di şerên li hemberî QSDʹê de bi kar bîne û got: "Dixwaze destkeftiyên meydanî yên nû bi dest bixîne, bi taybet piştî ku di dirêjahiya salên dagirkirin û topbaranê de tiştek bi dest nexist."

 El Ebid daxuyand ku dewleta Tirk hemwextî stratejiya xwe ya leşkerî, hewl dide kantona Girê Spî bike jêderên terorê û wiha berdewam kir: “Dibistan û peymangehên ku fikrên tundrawiyê belav dikin, aktîf bike. Siyaseta tirkkirinê di dibistanan de bimeşîne, her wiha hewl dide dagirkirina xwe mayende bike û pêkanîna planên xwe di dagirkirina herêmên Sûriyê de misoger bike.”

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El Ebid di dawiyê de got: “Divê civata navneteweyî ji siyasetên dewleta Tirk û encamên vejandina terorê li Sûriyê hişyar bin. Divê rêxistinên navneteweyî li hember wê bisekinin, piştgiriya sûriyan bikin da ku li hember planên dagirkeriya Tirk bisekinin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.”

ANHA