`Em ê bi hemû rêbazan li hember êrişan li ber xwe bidin`

Şêniyên Qamişlo teqezî bi girêdana xwe ya bi axa xwe û berdewamkirina berxwedanê li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî li hember hemû êrişên dagirkirinê, kirin û destnîşan kirin ku divê Koalîsyona Navneteweyî li hember sûcên li dijî gelê herêmê helwesteke diyar nîşan bidin. 

`Em ê bi hemû rêbazan li hember êrişan li ber xwe bidin`
8 mijdar, 2022   01:41
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê didomîne. Di wê çarçoveyê de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker yekşemê erebeyek li nêzî dibistana Sada Xasa li ser rêya Hîzam Cenûbî (kembera başûr) ya Qamişlo kir hedef. Di encamê de şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mîtan Şoreş şehîd bû û du welatî birîndar bûn.

Şêniyên Qamişlo ev êriş wek berdewamiya siyasetên qirkirinê bi nav kirin ku dagirkeriya Tirk li dijî pêkhateyên herêmê dimeşîne û teqezî bi girêdana xwe ya bi xaka xwe û domandina berxwedanê li hember êrişan kirin.

 “EM Ê BI KAL, PÎR Û CIWANÊN XWE LI BER XWE BIDIN”

/kr/uploads/files/2022/11/07/190920_-.webp

Welatiyê bi navê Haşim Şawîş ê ji Qamişlo got: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qir bike û aramiya herêmê têk bibe. Projeya biratiya gelan têk bibe û welatiyan bikuje. Êrişa wê ya dawî ya li dijî Qamişlo jî nîşana wê ye.”

Şawîş destnîşan kir ku îsrara pêkhateyên herêmê ya berxwedanê ji berê xurttir e, ew xaka xwe bernadin û dê li hember êrişan, heta dawiyê li gor şerê gel ê şoreşgerî bi kal, pîr û ciwanên xwe li ber xwe bidin.

HEDEFGIRTINA ŞOREŞA JINAN

/kr/uploads/files/2022/11/07/190954_-.webp

Her wiha, welatiya bi navê Hindrîn Mihemed Selîm a ji Qamişlo êrişên hovane yên dagirkeriya Tirk şermezar kir û domandina berxwedanê û girêdana bi xakê ve teqez kir.

Hindirîn wiha axivî: “Êrişên ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin, di serî de şoreşa jinan hedef digirin, ji ber wê jî divê jinên herêmê şoreşa xwe û gelê xwe biparêzin û li hember van êrişan li ber xwe bidin. Em teqez dikin ku dê nifşekî nû li ser şopa berxwedanê ava bikin.”

RAWESTANDINA TERORA LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

/kr/uploads/files/2022/11/07/191019_-.webp

Welatiyê bi navê Wenas El Ebdullah ê ji navçeya Til Birakê got divê şêniyên herêmê xwe bispêrin têkoşîn û vîna xwe ya xweser da ku li hember hemû cureyên dagirkirinê bisekinin û wiha pê de çû: “Em xwe naspêrin tu dewletan, lê belê divê dewletên garantor xwedî li erkên xwe derkevin û terora li dijî herêmên me rawestînin.”

/kr/uploads/files/2022/11/07/190818_-.webp

Welatiya bi navê Îman El Elî jî teqezî bi girîngiya girtina helwesteke cidî ji aliyê dewletên garantor ve kir û got: “Divê dewletên garantor vê terorê rawestînin, her wiha divê em jî têkoşîna xwe mezintir bikin.”

STRATEJIYA NÛ YA DEWLETA TIRK

/kr/uploads/files/2022/11/07/190838_-.webp

Girêdayî heman mijarê, welatiyê bi navê Hemze Ebdullah ê ji navçeya Dêrikê bêdengiya civata navneteweyî şermezar kir û got: “Dewleta Tirk a faşîst hedefgirtina welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî rojane, bê ku tu dewlet helwestekê nîşan bide, didomîne.”

/kr/uploads/files/2022/11/07/190855_-.webp

Welatiyê bi navê Mihemed Faris ê ji navçeya Çilaxa jî got: “Dewleta Tirk a dagirker di vê dawiyê de, di pêkanîna plana xwe ya ji bo dagirkirina herêmê de bi bin ket, ji ber wê jî wê stratejiya xwe ya li dijî gelên herêmê guhert û dest bi êrişên bi balafirên bêmirov kir.”

Mihemed Faris bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesteke cidî nîşan bidin.

(mh)

ANHA