​​​​​​​Li dijî êrişên kîmyewî wê meşeke girseyî li Qamişloyê were lidarxistin

Li dijî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, şêniyên herêma Cizîrê amadekariyên meşeke girseyî dikin. Endamê Komîteya Amadekar banga tevlêbûna meşê li hemû pêkhateyên herêmê kir.

​​​​​​​Li dijî êrişên kîmyewî wê meşeke girseyî li Qamişloyê were lidarxistin
7 mijdar, 2022   23:43
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Hêzên Parastina Gel (HPG) rojane sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê, bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî, mûşek û çekên nukleerî yên taktîkî li dijî tunel û xendekên şer  belge dikin.

Di encama êrişên kîmyewî de 17 gerîla di mehên Îlon û Cotmeha borî de şehîd bûn.

Li gelemperiya Kurdistanê û derveyî welat bertekên li dijî van êrişan zêde dibin û wekî êrişên qirkirinê li dijî Kurdan tên binavkirin.

Ji bo şermezarkirina van êrişan şêniyên herêma Cizîrê amadekariyê meşeke girseyî dikin ku dê li bajarê Qamişlo were lidarxistin.

Meş wê di bin dirûşma "Bi vîna gel û gerîla em ê çekên kîmyewî, dagirkerî û xiyanetê têk bibin" were lidarxistin.

Têkildarî mijarê endamê komîteya amadekar a meşa girseyî ya li dijî êrişên kîmyewî Kenan Berekat wiha got: "Tê payîn ku bi deh hezaran ji pêkhateyên herêma Cizîrê (Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Ermen), endamên saziyên sivîl, saziyên jinan û yên ciwanan, her wiha partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li meşê bibin."

ÊRIŞÊN QIRKIRINÊ

Berekat anî ziman ku êrişên qirkirinê li dijî gelê Kurdistanê tên kirin û wiha lê zêde kir: "Rejîmên desthilatdar û dagirker ên li Kurdistanê êrişên xwe li dijî gelê me didomînin. Di dîrokê de gelê me bi destê van rejîman rû bi rûyî pir komkujiyan hatiye, ya herî tê naskirin jî Komkujiya Helebce ya sala1988'an e. Îro, bi rêya êrişên dewleta Tirk ên li dijî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî dîrok dîsa xwe dûbare dike."

'GERÎLA NE BI TENÊ YE'

Berekat bal kişand ser meşa girseyî ya ku wê di rojên pêş de bê lidarxisitn û wiha got: "Wek bersivekê ji polîtîkaya qirêj a dewleta Tirk a li ser Kurdistanê, wê ev meş li ser asta herêma Cizîrê bê organîzekirin. Êrişên dewleta Tirk ên li dijî gerîla, di heman demê de li dijî tevahî gel e."

Kenan Berekat bang li gelê herêmê kir ku bi awayekî xurt beşdarî meşa girseyî bibin û ev lê zêde kir: "Divê yek ji me di malên xwe de nemîne. Divê em hemû dakevin qadan û bertekên xwe nîşanî êrişên kîmyewî bidin. Careke din em teqez dikin ku li dijî êrişên qirkirinê gerîla ne bi tenê ne."

(hs) 

 ANHA