​​​​​​​Li Dêrikê ciwanên malbatên Şehîdan êrişên çekên kîmyewî şermezar kirin

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çalakiyeke bêdeng û pêşandana şanoyekê li qada sûka navendî ya li bajêr şermezar kir.

​​​​​​​Li Dêrikê ciwanên malbatên Şehîdan êrişên çekên kîmyewî şermezar kirin
6 mijdar, 2022   17:21
QAMIŞLO

Bi dehan ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrik û dayikên aştiyê li pêşiya navenda meclisê kom bûn û dest bi çalakiya xwe kir.  

Ciwanan Meclisa Malbatên Şehîdan kirasên taybet ên ji çekên kîmyewî diparêzin, li xwe kir û heta qada Şehîdan meşiyan.

/ar/uploads/files/2022/11/06/163322_2022-11-06-drk-calkiya-ciwana-ya-be-deng-2814856101229-.webp

Li qada şehîdan ciwanan şanoyeke bêdeng li ser bikaranîna çekên kîmyewî li dijî HPG`ê pêşanda.

Şano di nav tilîliyên dayîkan de û silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

(dm)

ANHA