Bi hezaran şênî şehîd Zeyneb û Yilmaz bi bîr anîn

Beşdarên merasîma bîranîna hevseroka Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê şehîd Zeyneb Mihemed û şehîd Yilmaz Şero, gotin ew ê heta pêkanîna serkeftinê şopdarên rêya şehîdan û xeta berxwedanê bin.

Bi hezaran şênî şehîd Zeyneb û Yilmaz bi bîr anîn
Bi hezaran şênî şehîd Zeyneb û Yilmaz bi bîr anîn
Bi hezaran şênî şehîd Zeyneb û Yilmaz bi bîr anîn
Bi hezaran şênî şehîd Zeyneb û Yilmaz bi bîr anîn
Bi hezaran şênî şehîd Zeyneb û Yilmaz bi bîr anîn
Bi hezaran şênî şehîd Zeyneb û Yilmaz bi bîr anîn
Bi hezaran şênî şehîd Zeyneb û Yilmaz bi bîr anîn
6 mijdar, 2022   18:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê li goristana şehîd Dijwar a gundê Dawûdiye ya kantona Hesekê û goristana şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo kom bûn û tev li merasîma bîranîna şehadeta hevserokên Nivîsgeha Dad û Çeksaziyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero bûn ku di êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn.

Di destpêka merasîmê de berdevka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zehra Semo wiha axivî: “Têkoşîna ku şehîd Zeyneb ji destpêka Şoreşa Rojava ve meşandiye û tije destkeftiyên mezin bû, vîna jinên azad temsîl dike. Bê tirs û bê teredud li ber xwe da da ku koletiyê tune bike û jiyaneke bi rûmet pêk bîne.”

Zehra Semo di dawiyê de got: “Dîroka şehîdan bi serkeftin û destkeftiyan dagirtî ye. Em ê jî wefedarên wan bin û heta pêkanîna azadiyê û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dê şopdarên rêya wan bin.”

Her wiha, xwişka şehîd Zeyneb, Ezmîran Saroxan axivî û got: “Bila dijminê faşîst bizane ku ew nikare bi şehîdxistina keç û xortên me îradeya me têk bibe. Bi hezaran ciwan şûna şehîdên me digirin. Em ne poşman in ku li ser rêya şehîdên xwe ne.”

Ezmîran wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bi xwîna şehîdên xwe îsrar û vîna me xurttir dibin. Heta serkeftin pêk neyê, em dev ji rêya wan bernadin.”

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di dawiya merasîmê de malbata şehîd Zeyneb xelat kir.

QAMIŞLO

Di merasîmê de bi sedan şênî û şandeyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û Nivîsgeha Dad û Çeksaziyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, beşdar bûn.

Di serî de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî û sersaxî ji malbata şehîd Yilmaz Şero û hemû şehîdan re xwest.

Hesen got: “Îro gelê me şopdarê rêya şehîdan e. Her çiqas dijmin bike, lê hêz û vîna gelê me naşike.””

Piştre, bi navê Rêveberiya Xweser Kanan Berakat axivî û got: “Dagirkeriya Tirk her tim hewl dide gelê Kurd qir bike, şaristaniya kurdî tune bike. Ragihandina êrişan li dijî herêmê, kîna wî ya li hember kurdan nîşan dide.”

Her wiha endamê PYD`ê Xelîl Osman axivî û got: “Em her tim li ser rêya şehîdên xwe ne. Rêya şehadetê, rêya rast e. Em çi bêjin jî lê disa em deyndarê şehîdan in ku canê xwe feda kir da ku gel di nav ewlehî û aramiyê de bijî.”

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM) Xerîb Hiso di merasîmê de axivî û destnîşan kir ku şoreşê bandor li hemû beşên civakê kir û ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî herêmê zêde dike.

Dûre bavê şehîd Yilmaz Reşo wiha axivî: “Dewleta Tirk çete ye. Bi çeteyan re kar dike. Lê nikare vîna me bişikîne. Vîna me hêzên me ne û amade ne li ser rêya şehîdan bimeşin. ” 

Piştî bidawîbûna axaftinan, bi navê PYD`ê Xelîl Osman malbata şehîd Yilmaz Reşo xelat kir.

(mh)

ANHA