Li Minbicê navenda HPCʹê hat vekirin

Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên Minbicê bi merasîmekê navendek xwe vekir.

Li Minbicê navenda HPCʹê hat vekirin
5 mijdar, 2022   13:35
MINBIC

Endamên HPG, û bi dehan welatiyên Minbic û gundewarên wê, nûnerên eşîrên Ereb, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û saziyên Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarên wê beşdarî merasîma vekirina navendê bûn.

Di merasîmê de hevseroka HPCʹê ya Minbicê Heyat El Salim wiha axivî û got,  civak bingeha avakirina komîteyên parastina cewherî ye.

Heyat El Salim wiha lê zêde kir: "Ji bo ku em civakê bigihînin fikirê şerê gel ê şoreşgerî ku şoreşa avakirina mirovahiyê ya li ser esasê exlaq û wekheviyê ye, hîna jî pêwîstiya me bi hewldanên mezin û xurt hene."

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo jî wiha axivî: "Em vekirina navenda Hêzên Parastina Civakî pîroz dikin, ev rêxistin di parastina herêmên me de ji her gefan xwedî rol û bandor e."

Şêxo bal kişand ser rol û girîngiya van hêzan li dijî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Xiwêran a bajarê Hesekê û wiha got: "Destpêka vê salê, dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî girtîgeha Xiwêranê kir, me dît çawa hevalên me yên Hêzên Parastina Civakî roleke sereke û girîng di peydakirina ewlehî û aramiya bajêr de lîstin."

Yek ji rêveberên Kombûna Jinan a Zenûbiya Riweyda Hinêdil jî anî ziman ku hemwextî gef û êrişên domdar ên li ser herêmê, vekirina vê navendê roleke girîng di parastina herêmê de dilîze.

Riweyda Hinêdî herî dawiyê wiha got: "Wê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêdeng nemînin û ew ê li kêleka hemû hêzên ku ji bo ewlekarî û aramiya herêmê tevkariyê dikin, bin. Em jin ji hemû pêkhateyan, ji bo parastina xaka xwe ji hemû êrişên dagirkeriyê yên li ser herêmên me yên ku bi xwîna şehîdên me hatine rizgarkirin, çi ji dest me bê em ê bikin."

Merasîm bi vekirina navendê ji aliyê dayika şehîd Şêx Ehmed, Fula Bekê ve bi dawî bû.

(hs)

ANHA