​​​​​​​Kombûna Jinan a Zenûbiyayê dest bi berhevkirina zeytûnan kir

Ji bo piştgiriya aboriya jinan li herêmê, Nivîsgeha Aboriya Jinan a Kombûna Jinan a Zenûbiya, li gundewarê rojavayê Reqayê dest bi çinîna zeytûnan kir.

​​​​​​​Kombûna Jinan a Zenûbiyayê dest bi berhevkirina zeytûnan kir
5 mijdar, 2022   13:08
REQA

Ji bo piştgirîkirina aboriya jinan li bajarê Reqa û gundewarên wê, Nivîsgeha Aboriyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya projeya çinîna zeytûnên li gundê Ednaniyê yê bakurê rojavayê Reqayê vekir. Di vê projeyê de 3 hezar û 800 darên zeytûnan hene.

35 jin, di nav de endamên Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya ya Reqayê û endamên Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Reqayê beşdarî xebatên çinîna zeytûnan bûn. Bihayê çinîna 1 kîloya zeytûnan digihêje 250 lîreyên sûrî.

Têkildarî mijarê berdevka Nivîsgeha Aboriyê ya Kombûna Jinên Zenûbiya Dua El Hesen ji ANHAʹyê re axivî: "Ji bo piştgirî û xurtkirina aboriya jinan, îro me li gundê Ednaniyê dest bi çinîna zeytûnan kir. Piştî ku çinîn bi dawî bibe, dê ji bo kargeha guvaştinê ya li gundê Tişrînê were veguheztin. Piştre dê zeyt li bazaran were firotin. Wê qezenciyên zeytê bikeve sindoqa aborî ya Kombûna Jinan a Zenûbiya."

Dua El Hesen diyar kir ku li Tebqa û Reqayê jî parçeyek zeviyên wan hene û dê hefteya bê li dest bi çinînê bikin. Her wiha got: " Tevî derfetên me kêm in, em bi awayekî domdar hewl didin di qada aboriyê de piştgiriya hemû jinan bikin û wan bi pêş bixin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Nivîsgeha Aboriyê ya Kombûna Jinên Zenûbiya dê hefteya pêş li bajarê Reqayê jî dest bi berhevkirina kartolan jî bike.

(hs)

ANHA