Cenazeyê şehîd Enes El Falih bi merasîmeke bi heybet hat veşartin

Cenazeyê şehîdê QSDʹê Enes Hemed El Falih bi merasîmekê li goristana şehîdan a navçeya Sirînê hat veşartin.

Cenazeyê şehîd Enes El Falih bi merasîmeke bi heybet hat veşartin
Cenazeyê şehîd Enes El Falih bi merasîmeke bi heybet hat veşartin
Cenazeyê şehîd Enes El Falih bi merasîmeke bi heybet hat veşartin
Cenazeyê şehîd Enes El Falih bi merasîmeke bi heybet hat veşartin
Cenazeyê şehîd Enes El Falih bi merasîmeke bi heybet hat veşartin
Cenazeyê şehîd Enes El Falih bi merasîmeke bi heybet hat veşartin
5 mijdar, 2022   12:38
KOBANÊ

Cenazeyê şervanê QSDʹê Enes Hemed El Falih ê ku 3ʹyê vê Mijdarê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû, bi merasîmekê li goristana şehîdan a navçeya Sirînê hat veşartin.

Merasîma ku bi sedan kes tev lê bûn, bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji fermandarên QSDʹê Serxwebûn Avesta axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza tohildanê da.

Serxwebûn Avesta diyar kir ku gelên herêmê ji hundir û derve ve bi xetere û êrişan rû bi rû ne. Her wiha li ser kesayeta şehîd Enes got: "Mînaka disîlpîn, têkoşîn û fedaî bû."

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî jî sersaxî da dayikên şehîdan û şêniyên Sirîn û got, malbatên şehîdan wê li kêleka QSDʹê bin heta projeya demokratîk bi ser bikeve.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Sirîn Emgîhan Şêx Mihemed wesîqeya şehadetê ya şehîd Enes El  Falih xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd bi dirûşên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.

ANHA