​​​​​​​Li Almanyayê hevdîtina kurdî-erebî dest pê kir

Li bajarê Bochum ê Almanyayê bi amadebûna 30 siyasetmedar, akademîsyen û çalakvanên her du pêkhateyan, hevdîtina diyalogan a Kurd û Ereban dest pê kir.

​​​​​​​Li Almanyayê hevdîtina kurdî-erebî dest pê kir
5 mijdar, 2022   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Lêkolînên Kurdî û Tolerance e.V. ya Almanyayê hevdîtinê organîze dike.

Armanc ji vê hevdîtinê xurtkirina têkiliyên her du pêkhateyan, damezirandina zanistî ya çanda diyalog û pevguhestina fikrî û têkoşîna li hemberî hemû cureyên nîjadperestî û înkarkirinê ye.

Li gorî komîteya amadekar, ev hevdîtin pêngava destpêkê ya rêzehevdîtinan e ku ji bo nirxên jiyana hevbeş, çanda demokratîk, diyalog, rêzgirtina li hemberî mafên mirovan, têkoşîna li hemberî civaka baviksalar û xurtkirina rola jinan di avakirinê de, pêk tên.

Di hevdîtina ku dê heta êvarî dewam bike, ev mijar dê werin nîqaşkirin:

- Diyalogên erebî-kurdî: Derfet û rêveçûna wan.

- Femînîzm di civakên Ereb û Kurd de: Hevbeşî û pirsgirêk.

- Hemahengiya Kurd û Ereban: Berjewendî û çarenûsa hevbeş.

ANHA