HPC-Jin yekemîn akademiya xwe vekir

Li bajarê Hesekê yekemîn Akademiya HPC-JIN li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat vekirin.

HPC-Jin yekemîn akademiya xwe vekir
5 mijdar, 2022   12:09
HESEKÊ

Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC)  yekemîn akademiya xwe ya fikrî-leşkerî  bi navê ʹʹŞehîd Mizgîn Efrînʹʹ ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li bajarê Hesekê vekir.

Di merasîma vekirinê de endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê û Meclisa Malbatên Şehîdan amade bûn. Di merasîmê de endama rêveber a HPC-Jin a Qamişlo Mizgîn Hesen vekirina yekemîn akademiya HPC-Jin pîroz kir û  got: "Rêber Ocalan banga azadiya fikrî ya jinan dike. Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê li ser vê yekê bixebitin."

Di merasîmê de endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo bal kişand ser rola jinan di Şoreşa 19′ê Tîrmehê de û wiha got: "Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roleke girîng di pêşxistina binesaziya civakê de ji aliyên siyasî, leşkerî, dîplomasî û civakî de pêk tîne."

Rîhan Loqo  her wiha anî ziman ku  ev akademî di çarçoveya xurtkirina asta perwerdekirina fikrî ya jinan ya li gorî fikir û felsefeya rêber Ocalan hat vekirin.

Piştî axaftinan, dayika şehîd Enwer, Xalîse El Hesen deriyê akademiyê vekir û şênî li akademiyê geriyan.

 (fr)

ANHA