Li Derayê mayînek bi erebeyeke leşkerî de teqiya

Kesên nenas mayînek hemwextî derbasbûna erebeyeke leşkerî çand û mayîn bi erebeyê de teqiya. Tê texmînkirin ku ew erebe yên komên herêmî yên li rojhilatê Derayê ne.

Li Derayê mayînek bi erebeyeke leşkerî de teqiya
4 mijdar, 2022   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) kesên nenas mayînek çandibû, lê hemwextî wê erebeyeke leşkerî li ser doçka heye derbas bû û mayîn pê de teqiya. Tê texmînkirin erebe ya komên herêmî yên Derayê ne. Mayîn li nêzî bajarokê Kihêl ê rojhilata Derayê ye, di encamê de gelek birîndar çêbûn.

(fr)